​​​​​​​Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê: Dewleta Tirk hewl dide tiştên DAIŞ`ê pêk neanîn pêk bîne

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê got dewleta Tirk dema dît DAIŞ nikarî kurdan qir bike û ewlehiya herêmên wan têk bibe, hewl dide bi xwe armancên xwe pêk bîne. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê: Dewleta Tirk hewl dide tiştên DAIŞ`ê pêk neanîn pêk bîne
9 ÇILE, 2022   12:54
ŞEHBA

Îro bi dehan endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li qada sereke ya Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn.

Cîgirê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa û endama rêveber a Desteya Jinan Zelûx Reşîd daxuyaniya rêveberiyê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst bi êrişên li dijî herêmê hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn û binkeftina xwe ya dîplomatîk veşêre. Herî dawî êrişî Kobanê û gundên wê kir ku di encamê de sivîlek şehîd bû û 12 kes birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk dema dît DAIŞ nikarî kurdan qir bike û ewlehiya li herêmê têk bibe, ji ber wê li ber çavên cîhanê û bêdengiya hêzên garantorên agirbestê; Amerîka û Rûsyayê bi xwe mudaxele kir.

Di daxuyaniyê de ev bêdengî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Herêma Efînê ragihand ku ew piştgiriya şêniyên Kobanê û berxwedana wan a dîrokî dike.

(şx)

ANHA