Hecî Kaçan: Divê Iraq serî ji fişarên dewleta Tirk û PDK re netewîne

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan piştrast kir ku dewleta Tirk û PDK`ê fişarê li hikumeta Iraqê dikin ku dora kampê bi têlan bike sûre. Kaçan bang li Iraq  û NY`yê kir ku kampê biparêzin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Hecî Kaçan: Divê Iraq serî ji fişarên dewleta Tirk û PDK re netewîne
8 ÇILE, 2022   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Niştecihên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Wargeha Mexmûrê) yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker di salên 1990’ de ji gund û bajarên xwe yên Bakurê Kurdistanê koçber bûne rastî gelek astengiyan tê, bi taybet jî piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajar û herêmên Iraqê yên 2014’an. Her wiha artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên asîmanî li dijî niştecihên kampê zêde kirin, li kêlek wê jî desthilatên PDK’ê ambargoyeke dijwar li ser kampê ferz kir, lê niha hewldanên hikumeta Iraqê hene ku kampê bi têlan sûre bike.

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan ji ajansa me re axivî û wiha got: "Niştecihên wargehê di pêvajoyeke gelek hesas û dijwar re derbas dibin. Ji ber dewleta Tirk ji gelek salan ve êrişî kampê dike. Li aliyekî din Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) fişarê li kampê dike. Di Tîrmeha 2019`an de dorpêçeke tengav li niştecihên kampê ferz kir. Li rex wê jî DAIŞ`ê jî êrişî kampê kir. Niha jî hikumeta Iraqê hewl dide dora kampê sûre bike. "

Hecî Kaçan piştrast kir ku niştecihên kampê penaberên siyasî ne û li cem Nivîsgeha Komseriya Bilind a NY`yê ya Iraqê hatine tomarkirin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "NY û Iraq erkên xwe li hember niştecihên kampê bi cih naynin."

`NY`Ê BI ÇAVÊ TIRKIYÊ LI PENABERAN DINÊRE`

Kaçan diyar kir ku siyasetên li dijî kampê tên meşandin, li ser daxwaz û fişarên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê ne û wiha domand: "Niha gefên rayedarên Tirk ên li dijî niştecihên kampê pêk tê."

Hecî Kaçan destnîşan kir ku NY û dewleta Iraq bi çavê dewleta Tirk li niştecihên kampê dinêrin ku raporên nerast û dûrî rewşa kampê ji NY`yê re dişînin.

Kaçan kiryarên hikumeta Iraqê rexne kirin û got: "Hikumeta Iraqê niha hewl dide dora kampê bi têlê bigire. Ew dixwazin kampê bikin girtîgeh û bixin bin kontrola xwe. Ev yek li dijî nirx û peymanên navneteweyî ne."

Hecî Kaçan diyar kir ku têkilî bi hikumeta navendî re berdewam e û wiha pê de çû: "Piştî ku balafirên şer û dornên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di Hezîran û Tîrmeha sala borî de bombebaran kir, şandeyeke fermî ya kampê serdana Bexdayê kir, her wiha şandeyeke Bexda serdana kampê kir. Şandeya Bexdayê gelek bend pêşkêş kirin, jê vekirina rêveberî û nivîsgehên polîsa Iraqê, nivîsgeha komseriyê li kampê. Me ji wan re piştrast kir ku em rêzê ji qanûnên Iraqê re digirin û me hemû pêşniyarên şandeyê qebûl kirin."

Di 27`ê Kanûna 2021`an de û bê hişyarî, hêzên Iraqê hewl da kampê bi têlê sûre bikin. Ji ber wê niştecihên kampê bertek nîşan da. Kaçan têkildarî mijarê got: "Niştecihên kampê li dijî helwdanên hêzên Iraqê xwepêşendan li dar xistin û nerazîbûnên xwe nîşan dan."

`HETA GARANTIYAN BI DEST BIXIN EM Ê ÇALAKIYA XWE BERDEWAM BIKIN`

Her wiha Hecî Kaçan diyar kir ku piştî gelek dabîn ji niştecihên kampê re ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin pêşkêşkirin ku niha tiştekî nekin, niştecihan çalakiya xwe bi dawî kir û ev tişt anî ziman: "Hêzên Iraqê piştrast kir ku dê tiştekî nekin. Dê li benda encamên civîna di navbera şandeya kampê û hikumeta Iraqê de bin."

Kaçan da zanîn ku rewşa heyî ne zelal e. Ji ber wê niştecihên kampê çalakiya konvedanê li dar xistin û wiha berdewam kir: "Heta ku şandeya kampê bi hikumetê re necive û garantiyan nedin, em çalakiya xwe bi dawî nakin."

Hecî Kaçan behsa rewşa dewleta Iraqê kir û ev nirxandin kir: "Iraq li hember êrişên derve zaîf bûye û rewşeke ewlehiyê ya xirab heye. Aloziyeke rastteqîn li Iraqê heye, tevgerên DAIŞ`ê zêde bûne, nakokî di navbera Sunê û Şîe de hene, aliyên derve mudaxeleya wê dikin. Dewleta Tirk vê rewşê bi kar tine û êrişî niştecihên kampê dike. PDK`ê jî  rewşa Iraqê bi kar tine da ku siyasetên xwe li ser niştecihên kampê bimeşîne."

`KOMPLOYEK LI DIJÎ GELÊ KURD HEYE Û SÛREKIRIA KAMPÊ BEŞEK JÊ YE`

Hevserokê Meclisa Gel A Demorkatîk a Mexmûrê piştrast kir ku ew bi sepandina ewlehiyê li Iraqê re ne, daxwazên wan ên rewa hene, ew daxwaz ji hikumeta Iraqê re pêşkêş kirine ku hikumeta Iraqê bi dilxweşî pêşwazî kirin. Kaçan wiha pê de çû: "Lê ruxmî wê tevgerên wê yên dawî guman li cem me çêkirin. Em dizanin ku hikumeta Iraqê naxwaze kampê sûre bike û ev gav di bin fişara dewleta Tirk û PDK`ê de pêk hat. NY`yê jî bi çavê Tirkiyê li niştecihên kampê dinêre."

Hecî Kaçan diyar kir ku sûrekirina kampê ne ji bo parastina niştecihên wê ye lê belê beşk ji komploya li dijî gelê kurd e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Siyaseteke giştî li dijî gelê kurd li Rojava û Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê heye. Dewletên NATO û hêzên herêmî piştgiriya wê planê dikin. Li gel bêdengiya van hêzan, dewleta Tirk rojane gund û bajarên Rojava hedef digire. Di encamê de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest didin. Li Şengalê jî dewleta Tirk a dagirker dem demê êrişî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dike. Bi çekên kîmyewî Herêmên Parastinê yên Medayayê bombebaran dike. "

`HEKE DIXWAZIN KAMPÊ BIPARÊZIN DIVÊ TOPBARANA DEWLETA TIRK RAWESTÎNIN`

Hecî Kaçan daxuyand ku heke aliyên têkildar dixwazin kampê biparêzin, divê serê pêşîn topbarana dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Kaçan pştrast kir ku beriya zêdetirî 2 serdeman, dewleta Iraqê deriyên xwe ji wan re vekirin û ew hemêz kirin, lê niştecihên kampê tiştek li dijî qanûnên Iraqê nekirine û li gorî tedbîran tev digerin da ku pergala giştî biparêzin û bi domdarî got: "Niştecihên kampê, li gorî qanûnên Iraqê tev digerin. Di êrişên DAIŞ`ê de sala 2014`an, axa Iraqê parast. Di oxira wê de bi dehan niştecihên kampê şehîd bûn. Em li bendê bûn ku hikumeta Iraqê erka xwe li hemberî niştecihên kampê bîne cih, ne ku kampê sûre bike. "

Kaçan eşkere kir ku ji êrişên DAIŞ`ê yên sala 2014`an ve, gelek fişar li niştecihên kampê tên kirin. Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî kampê zêde kirin, PDK`ê ambargo li kampê ferz kir û got: "Lê parastina niştecihên kampê berpirsyariya NY`yê ye. Em li cem wê wek penaberên siyasî hatine tomarkirin. "

`JIYANA NIŞTECIHÊN KAMPÊ DI XETERIYÊ DE YE`

Hevserokê Meclisa Gel a Demorkatîk a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyand li rex êriş û hewldanên navborî yên li dijî kampê, jiyana niştecihan di xeteriyê de ye ku gelek nexweş nayên dermankirin, ji ber ambargoya PDK`ê  xwendekarên zanîngehê nikarin xwendina xwe temam bikin.

Di dawiyê de Hecî Kaçan got: "Niştecihên kampê ne esîr in û ne jî kole ne heta ku kamp bi têlê were sûrekirin. Daxwazin me rewa ne û em dixwazin êrişên dewleta Tirk ên li dijî me rawestin. Em dixwazin di nava ewlehî û istiqrarê de bijîn."

(şx)

ANHA