Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 kesên din vîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kes bi vîrusa Koronayê mirin û 23 kesên din pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 kesên din vîrusê ketin
7 ÇILE, 2022   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên mirine, mêrek ji Qamişloyê û jinek ji Dêrikê ne.

Her wiha 23 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Korona ketine, ew jî 15 mêr û 8 jin in û li van herêman in;

Hesekê; 6

Qamişlo; 5

Dêrik; 3

Kobanê; 2

Reqa; 1

Dêrazor; 6

Tevî hejmara îro, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 hezar û 245 kes bi vîrusa Korona ketine, ji wan hezar û 512 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 515 jî baş bûn.

(eh)

ANHA