Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin

Şehîd Birûsk Botan li Goristana Şehîd Dijwar a kantona Hesekê bi merasîmekê hate oxirkirin.

Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin
Şehîd Birûsk Botan li Hesekê hate oxirkirin
6 ÇILE, 2022   11:58
HESEKÊ

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê bajarê Hesekê hate lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan şêniyên Efrînê ku koçberî Hesekê bûne, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên leşkerî amade bûn. 

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Xelîl Ebdullah diyar kir ku şehadet daxwaza hemû gelên azad ên cîhanê ye.

Xelîl Ebdullah her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta gihaştina jiyaneke azad û birûmet da.

Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Canda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û şehîd li gel berzkirina dirûşm û tilîliyan hate oxirkirin.       

(dx)

ANHA