Nûnera MSD’ê li Misirê: Divê diyaloga kurdî-erebî bibe vebijêrkeke stratejîk

Reportaj Summay

Nûnera MSD’ê li Misirê: Divê diyaloga kurdî-erebî bibe vebijêrkeke stratejîk
5 ÇILE, 2022   09:13

Nûnera MSD’ê ya li Misirê Leyla Mûsa da zanîn ku diyaloga stratejîk a di navbera Kurd û Ereban de dê doz û krîzên herêmê çareser bike û diyar kir ku hevbendiya di navbera her duyan de dê nakokiyên ku dewletên derve ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê ava kirine, lewaz bike.

Di demekê de ku herêma Rojhilata Navîn azara destwerdanên herêmê û siyasetên mêtingeriyê ji hêla dewletên kapîtalîst ve, dikişîne êdî pêdivî bi hevbendiya kurdî-erebî heye.

Ji salan ve panel û konferasên diyalogê di navbera Kurd û Ereban de li dar dikevin, armanca wan parastina herêmê, çawaniya pêşîlêgirtina mêtingeriyê û redkirina destwerdanên derve ye. Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek bi nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Misirê Leyla Mûsa re çêkir.

Gelo girîngiya diyaloga kurdî-erebî, li gel astengiyên cihêreng ên li hember Rojhilata Navîn ji ber destwerdanên derve û terorê heye, çi ye?

Li herêmê bi tevahî bûyer û astengî hene, stratejî û nexşeyên nû ji hêla derve ve tên danîn. Di wê yekê de nakokiyên piranî dewletên herêmê û tunebûna vîna gelan tên bikaranîn. Lê di pirî caran de ev stratejî û neşxeyên nû li dijî bejrewendiyên gel û li dijî azadî, vîn û armancên gel in. Ji wê zêdetir jî piranî dewletên herêmê digel şerê heyî azarên karesat û krîzan dikişînin. Ji lew re û da ku gelên herêmê dozên xwe çareser bikin û ji van krîzan bi der kevin, destûr û siyasetên xwe deynîn da ku herêmên xwe bi rê ve bibin, divê xwe bispêrin diyaloga di navbera gel û pêkhateyên herêmê de û bibe bijarteyeke stratejî ne taktîkî yan jî demkî. Ji ber çi hevbendiya di navbera gelên herêmê de û hevgirtina wan dê bibe rêbaza kêmkirina mezinbûna nakokiyên li herêmê ku dewletên derve li ser wan nakokiyan ajande û projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk tînin.

Çi girîngiya diyaloga kurdî-erebî, digel astengiyên cihêreng ên li hember Rojhilata Navîn ji ber destwerdanên derve û terorê heye?

Ev bijarte ne dijwar ne jî nayê pêkanîn, lê berovajî wê tecrubeyeke hatiye jiyîn heye û gelek destkeftî bi dest ketine. Ew jî tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye. Her wiha Rêveberiya Xweser, QSD’ê û pêkhateyên din ên gelê Sûriyê di aştiya şênî, mûzayîka civakî, jiyana hevbeş, têkoşîna li dijî terorê, têkbirina wê û sekna li hember gelek projeyên mêtingeriyê di sêrî de projeya Erdoganê Osmanî û Hîlala Şîî ya Îranê, roleke mezin lîst. Bi saya vê hevbendiyê û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryê, ev herêmê tên birêvebirin. Lê herêmên din ên Sûriyê rûbirûyî kiryarên tirkkirin û şîetiyê ne.

Ji ber wê divê gelên ereb û kurd vê derfetê bi kar bînin, bibin yek û hevbendiyeke stratejîk ava bikin. Ev yek jî dibe garantiya mayîna wan li gel birayên xwe yên pêkhateyên din û li gorî projeya neteweyî ku rêgezên şoreşê diparêzin, azadî, demokrasî, eldaleta civakî, jiyana birûmet misoger dikin welatê xwe bi rê ve bibin.

Dema li ser tecrubeya sûrî diaxivim, ne tenê behsa têkiliya di navbera gelên Kurd û Ereb ên li hundirê Sûriyê de dikim, lê belê behsa tevahî gelên Ereb û Kurd dikim. Ji ber xeterî ne tenê li ser Sûriyê ye lê belê li ser herêmê tevahî, dewletên herêmê û heta li ser dewletan e ku projeyên wan li herêmê hene. Bi serkeftina tecrubeya li Sûriyê re, derfet li tevahî welatên herêmê çêdibe. Her wiha parastina ewlehiya neteweyî û nîştimanî ya her gelekî bi prastina ewlehiya neteweyî û nîştimanî ya gelekî din ve girêdayî ye.

Hûn têkiliyên Kurd û Ereban ên di dema niha de çawa dinirxînin û hêmana hevbeş a di navbera her du gelan de çi ye?

Têkiliyên di navbera her du gelan de dîrokî ne û heta dema niha hene. Di navbera her du gelan de biratî, rêzdarî, başbûna cîrantiyê heye û di xendekekê de li hember hêzên dagirker şer kirin. Ji ber çarenûs û dîroka wan, her wiha dijmin û gefên li dijî wan yek e. Ewlehiya neteweyî û nîştimanî ya her du gelan bi hev ve girêdayî ye û ew ji gelên resen ên li ser vê xaka dîrokî ne.

Lê mixabin ev têkilî tenê di astekê de mane, bi pêş neketin û nebûn bijarteyeke stratejîk. Ew jî bi sedema hin siyasetmedar û serokên li herêmê ne ku berjewendiyên xwe yên tekakesî di ser ên giştî re digirin. Li aliyekî din jî hin rejîmên xwedî daxmayên neteweperest û olî yên çêkirin derve roleke mezin li ser têla bawermendî û neteweperestiyê lîst. Di wê yekê de pêdiviyên madî, berjewendiyên tekakesî yên teng ên hin serokên qebîle û eşîran bi kar anîn, da ku gelan li hember hev du bidin şerkirin. Li gel wê jî welat li gorî Peymana Sykes-Picot û peymanên din parçe kirin. Siyasetên birçîkirinê, qelskirina ramanên gelên herêmê. Ev hemû siyaset heta astekê bi ser ket, lê di çarçoveyeke teng de man û nikarîn derbe li têkiliyên dîrokî bidana. Ji ber ew têkilî xwedî kokên kûr in û li ser bingehên mirovî û exlaqî hatine avakirin.

Astengiyên li pêş diyaloga kurdî-erebî çi ne?

Bi nêrîna min gelek astengî hene ku nahêlin nêzbûneke kurdî-erebî çêbibe. Her wiha gelek astengiyên mezin hene ku nahêlin hevbendiyeke kurd û ereb çê bibe lê belê ji wê zêdetir hewl dide hevbendî û têkiliyên di navbera her du gelan de ji bîran gelan de îmha bike. Ji bow ê van hevbendiya bi awayekî berovajî û ji rastiya xwe dûr nîşan didin.

Bo nimûne, ji wan astengî û zehmetiyan: Berdewama hebûna sînorên çêkirî yên li herêmê û bandorên wê li ser zihniyet û rih, her wiha pêkanîna parçebûn û tecrîda di navbera gelan de.

Ji ber gelek sedeman piranî welatiyên her du gelan rastî û dîroka hev du nizanin. Yan bi sedema belavbûna nezaniya rastiyên dîrokî yan jî metaryalên xwendinê dûrî rastî û dîroka herêmê ne. Li kêlek wê dijminên li dijî herêmê hemleyên reşkirinê li dijî wan her du gelan dimeşînin, hin caran nîşan didin ku cudaxwaz in an ku barbarî ne û gelek sîfatên din ên ji rastiyê dûr in wan pê diwesfînin. Yan jî dîroka herêmê bi awayekî berovajî nîşan didin.

Ji wê zêdetir jî rejîmên xwedî daxmaya olî yan jî neteweperestî ku aliyê din qebûl nakin hene, ew rejîm dibînin ku ewlehiya hebûna wan bi rêya têkbirina aliyê din misoger dibe.

Li aliyekî din jî her gelek bi pirsgirêkên xwe yên hundirîn, dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn mijûl e, dîroka xwe nizanin, dersan ji tiştên bi serê wan de tên nagirin, derdorê analîze nakin, plan, proje û stratejiyên pêşerojê ji bo birêvebirina welatên xwe danaynin.

Divê em ji bîr nekin ku gelek hemleyên reşkirinê yên li dijî wan her du gelan hene, her wiha siyasetên hêz, dewlet, rêxistin û aliyên xwedî berjewendiyên berfirehkirinê û projeyên aborî hene û li ser nakokî û valahiyên di navbera gelên herêmê de kiryarên xwe pêk tînin û bi hemû hêzên xwe hewl didin dijminatiyê bixin di navbera Ereb û Kurdan de.

Gelo dê çawa yekitiya Kurd û Ereban bi awayekî aktîf li ser erdê pêk were?

Bi nêrîna min çawa ku sedem diyar in çareserî ne zehmet in, her wiha wek tê zanîn dîtina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye. Pêdiviya me di radeya yekemîn de bi jinûve nivîsandina dîroka herêmê, rakirina tevahî xerabî û berovajiyên heyî, heye.

Ji bo bilindkirina asta danasîna her du gelan bi dîrok û rewşa heyî divê kar bê meşandin. Ev yek bi rêya diyalogeke rasteqîn û cidî pêk tê, ku ew jî xwe dispêre xwesteka rasteqîn a her du gelan. Ev yek jî bi rêya zêdekirina çalakiyên diyalog û çandê, bernameyên ragihandin û saziyên civaka sivîl pêkan e. Da ku her du gelan bi rêya geşkirina hevbeşî ji hev nêz bikin ku pirsgirêkên heyî û yên asê bi hev re çare bikin.

Ji bilî beşdariya rasteqîn û aktîf a her du gelan, divê gelên din ên çarenûs û dîroka wan yek e beşdar bibin, da ku stratejî, plan û projeyên xwe ji bo birêvebirina welatên xwe deynin.

Divê diyalogeke rasteqîn li dar keve, da ku gef û astengiyên  li hember her du gelan nîqaş bikin, proje û stratejiyên demdirêj û taktîkên pêvajoyê deynin ku rewşa heyî derbas bikin û têk bibin.

Ya herî girîng jî divê diyaloga kurd-ereî ne tenê di çarçoveya Iraq û Sûriyê de be, ji ber têkiliya her du welatan kûrtir û firehtir e.

Çi ji kesayetên bibandor ên her du aliyan tê xwestin ku doza Kurd ji tevahî cîhanê re eşkere bikin?

Divê destpêkê doza Kurd bi tevahî alî û bandorên wê ji gel re bê nasandin, divê ne tenê di çarçoveya çîna siyasî û akademisyenan de were nasandin. Ji ber piranî gelê ereb dîrok, rastî û doza gelê Kurd nizanin, heke hin agahî jî li gel wî hebin, ew agahî piranî nerast û berovajî ne. Ji ber şerê ragihandinê û bi taybet kiryarên dijmin û dagirkerên Kurdistan û hêzên ji wan nakokiyên di navbera gelên herêmê de sûdê digirin.

Divê her du gel bi têkiliya diyalektîkî ya têkildarî ewlehiya hebûn, neteweyî, nasname û bandorên bi hev du bên nasandin.

Di vê dema dîrokî û çarenûsî de girîngî ji bo têkiliya di navbera her du gelan de bê dayîn û ev têkilî bigihîje bejahiyê. Ji ber heke ev têkilî têk çû dê bandorê li pêşeroj û çarenûsa her du gelan bike.

Pêdiviya me bi uslûb û xîtabeke avaker heye ku banga biratî û jiyana hevbeş dike.

(fr)

ANHA