Baregeha Victoria ya li Iraqê careke din hate hedefgirtin

Baregeha Victoria ya li balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî careke din bi moşekan hate hedefgirtin.

Baregeha Victoria ya li Iraqê careke din hate hedefgirtin
5 ÇILE, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çavkaniyek ewlehiyê ya Iraqê, di saetên sibehê baregeha Amerîka ya bi navê Victoria ku li nava balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê ye bi çar moşekên katûşa hate hedefgirtin.

Hat gotin ew moşek ji taxa Cîhadî ya li nêzî balefirgehê hatine avêtin û ji aliyê sîstema parastina asîmanî ya baregehê ve hatine bêbandorkirin.

Roja 3’yê Çile ku di heman demê de salvegera kuştina Fermandarê Supayê Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî bû, bi du dronên biçek êrişî heman baregehê hatibû kirin û ji aliyê sîstema parastinê ve hatibûn xistin.