Nivîsgeha Karûbarên Olan toparana li dijî mizgefta Zirganê şermezar kir

Nivîsgeha Karûbarên Olan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî mizgefta Zirganê şermezar kirin û bang li dewletên garantor kir ku bi erka xwe rabin.

Nivîsgeha Karûbarên Olan toparana li dijî mizgefta Zirganê şermezar kir
31 kanûn, 2021   14:07
QAMIŞLO

Nivîsgeha Karûbarên Olan a herêma Cizîrê derbarê topbarana li ser gundewarên bajarokê Zirganê û navçeya Til Temirê her wiha hedefgirtina mizgefta Zirganê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Nivîsgeha Karûbarên Olan a herêma Cizîrê Mihemed Ehmed ve li goristana Şehîd Ismaîl a li navçeya Amûdê hat dayîn.

Mihemed Ehmed diyar kir ku êriş û toparana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî sivîlan şermezar dikin û got: “Em piştgiriya şêniyên xwe yên li Zirgan û gundewarê wê dikin, em bang li hemû oldarên cîhanê dikin ku li hember kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin. Armanca dewleta Tirk jihevxistina biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Mihemed Ehmed wiha pê de çû: “Armanc ji êrişên dewleta Tirk tunekirina neteweya ye, em bang li dewletên garantor û koalîsyona navdewletî dikin ku li beramberî kiryarên dewleta Tirk bi erkê û misyona xwe rabin.”

(sb)

ANHA