Rûspiyê eşîra Cewala: Hevgirtina pêkhateyan misogeriya parastina yekitiya Sûriyê ye

Rûspiyê eşîra Cewala Ebdurehman Reşîd diyar kir ku hevbendiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, garantiya parastina yekitiya xaka Sûriyê ye.El-Reşîd li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir.

Rûspiyê eşîra Cewala: Hevgirtina pêkhateyan misogeriya parastina yekitiya Sûriyê ye
31 kanûn, 2021   07:16
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Şoreşa Rojava ku 19`ê Tîrmeha 2012`an dest pê kir, rê li pêşiya gel vekir ku ji bindestiyê rizgar bibin û bi berfirehkirina qada xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hemû pêkhate li ser bingeha jiyana hevbeş jiyan.

Hin alî bi hemû rêbazan hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin. Ji van rêbazan, derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de.

Têkildarî mijarê û girîngiya hevbendiya pêkhateyên herêmê, rûspiyê eşîra El-Cewala ya Ereb Ebdurehman Reşîd ji ajansê re axivî.

Ebdurhman Reşîd îşaret bi têkiliyên dîrokî yên pêkhateyên civata sûrî kir û got, civata sûrî bi pirrengiya xwe, wekî baxçeyekî rengîn e û ev bedewî hêzê dide wê û dihêle hîn zêdetir hevgirtî be.

Şêx Ebdurehman Reşîd ev li gotina xwe zêde kir: "Ajendeyên derve hewl dan fitneyê di navbera vê civaka hevgirtî de derxin, lê hewldanên wan têk çûn. Sedema vê yekê li baweriya bav û kalên me di nav me de çandine vedigere."

Şêx Ebdurehman Reşîd bi domdarî got: "Lihevkirineke mezin di nav pêkhateyên herêmê de heye, her wiha civat yekitiya civakî û sîstema neteweya demokratîk qebûl dike. Isbata vê yekê jî hebûna QSD`ê ye ku Ereb, Kurd, Suryan, Tirkumen, Çerkes û pêkhateyên din cihê xwe tê de digirin."

Reşîd diyar kir ku ev têkilî û hevgirtin bi sekina li dijî hemû terora li ser herêmê re û rûbirûbûna li dijî destwerdanên derve, bû alîkar ji ber ku dema êriş pêk tên, hemû pêkhateyên herêmê li dijî vê êrişê radiweste.

Rûspiyê eşîra Cewle Ebdurehman Reşîd diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hemberî fitneyên hişyar in û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em li dijî êrişên Tirkiyê banga hevgirtinê dikin."

(eh)

ANHA