Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji xwendekar û zarokan re bi boneya sersalê pîrozbahî hatin lidarxistin.

Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
Li Helebê pîrozbahiyên sersalê ji zarokan re
30 kanûn, 2021   16:32
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Karûbarên Civakî bi boneya sersalê li hola Star Layt a li taxa Şiqeyêf pîrozbahî li dar xist. Di pîrozbahiyê bi dehan malbatên şehîdan û zarokên wan amade bûn.

Hola pîrozbahiyê bi napox û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih ev bone li tevahî zarokên şehîdan û rêber Ocalan pîroz kir.

Remziye Salih hêvî kir ku rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe, aştî li herêmê misoger bibe û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bibe.

Dûvre koma Kulîlkên Pêşverojê, koma Kulîlkên Efrînê ya stranan a girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya li taxa Şêxmeqsûdê hin stranên şoreşgerî û folklorî pêşkêş kirin û diyarî li ser zarokan belav kirin.

(fr)

ANHA