Qurbaniyên komkujiya Roboskî li Beyrûtê hatin bibîranîn

Li paytexta Lubnan Beyrûtê, di civînekê de qurbaniyên komkujiya Roboskî hatin bibîraîn.

Qurbaniyên komkujiya Roboskî li Beyrûtê hatin bibîranîn
28 kanûn, 2021   16:03
BEYRÛT

Civîn ji aliyê Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ve  hate lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî civînê bûn.

/ar/uploads/files/2021/12/28/154155_img-20211228-wa0026.webp

Sekretêrê komeleyê Cemal Hesen axivî û bal kişand ser dîroka dewleta Tirk a dagirker  û sûcên wê yên li dijî sivîlan .

Berpirsa Komîteya Jinan a komeleyê Nesrîn Biro  li ser komkujiya Roboskî û got: "Beriya 10 salan, şeva 28'ê Kanûna 2011'an, şêniyên gundê Roboskî li ser dengê balafirên dewleta Tirk şiyar bûn, bombebaran  46 deqan dirêj kir.  Kesên ku hatin hedefgirtin, gundî bûn, kelûpel li ser sînor vediguhestin da ku debara xwe bi cih bînin, di encama bomebebaranê de 34 kes ku piraniya wan zarok bûn şehîd bûn."

Nesrîn Biro bi domdarî got: "Ji deh salan ve û bi xwîneke sar hikumeta Tirk sûcdaran vedişêre û qatilan diparêze. Ji wê zêdetir rejîma Erdogan malbatên ku daxwaza xwîna zarokên xwe dikin, digirin û îşkenceyê li wan dikin."

Nesrîn Biro bang li civaka navneteweyî kir ku ku rejîma Tirk li ser sûcên ku pêk tîne, di dadgehên navneteweyî de darizîne.

ANHA