Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir

Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya sala 2022'an eşkere kir û hejmara jinan di komîteyên tevgerê de diyar kir.

Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê plansaziya xwe ya 2022'an eşkere kir
28 kanûn, 2021   15:42
QAMIŞLO

Bi diruşma "Têkoşîna jina azad misogeriya avakirina civakeke demokratîk e", Nivîgeha Jin a TEV-DEM'ê civîna xwe ya salane li Xwaringeha Muxterib a bajarê Qamişlo li dar xist.

Hevserok û endamên TEV-DEM'ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên jinan ên Rêveriya Xweser, Kongra Star, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star  Muna Yûsif ve hate kirin. Muna Yûsif tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî jin û ciwanan şeremzar kir û got, ev siyasetên tevahî xetên sor û mafên mirovan derbas kiriye.

Muna Yûsif diyar kir ku lidarxistina civîna salane ya Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê di van rewşan de cihê serferazî û serkeftinê ye û got: "Zemîna gel ji tevahî siyasetan girîngtir e. Em bi tevahî têkoşîn û serkeftin derbasî sala nû dibin û bi yekdestî dikarin hemû astengiyan derbas bikin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Muna Yûsif têkoşîna TEV-DEM'ê silav kir û wiha domand: "TEV-DEM'ê ji destpêka şoreşê ve  roleke mezin di rêxistinkirina gel de list, sîstema hevserokatiyê di saziyan de da rûniştandin, her wiha roleke girîng di birêxistinkirina jinan di civakê de list."

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî, xwendina rapora nivîsgehê, rewşa giştî ya tevgerên jinan, xebatê Rêveberiya Xweser û çalakyên komîteyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir.

Di dawiya civînê de plansaziya sala bê hate eşekrekirin, ji wan:

- Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê her sê mehan civînên xwe yên rêxistinî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe.

-Yekityên ku di rêxistina wan de lawazî hene, werin aktîvkirin.

-Girîngiyeke mezin ji bo perwerdeyên rêxistinî, fikirî, rêveberî û pîşesazî were dayîn.

- Dewreyên perwerdeyê yên girtî ji bo jinan li akademiyên civaka sivîl werin vekirin.

-Ji bo birêxistinkirina xebatên TEV-DEM'ê, kadoroyên herêmî werin amadekirin.

- Tevahî jinên kedkar ên di saziyên TEV-DEM'ê de werin birêxistinkirin, maf û erkên wan bi wan werin nasandin.

- Kongreya TEV-DEM'ê were lidarxistin.

Nivîgehê hejmara jinan di komîteyên TEV-DEM'ê de eşkere kir:

Yekitiya Mamosteyan: 22749

Yekitiya Endizyaran: 200

Yekitiya Cotkaran: 6000

Yekitiya Peymankaran: 8

Yekitiya Kedkaran: 4856

Yekitiya Parêzeran: 71

Yekitiya Rewşenbîran: 18

Yekitiya Bazirganan: 21

ANHA