Malbatên şehîdên Kobanê: Em ê xeta şehîdan bişopînin

Malbatên şehîdên bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê gotin, ew ê xeta berxwedanê dewam bikin. Birayê şehîd Rojîn jî got: "Rojîn şehîd ket wê bi dehan têkoşer cihê wê bigirin."

Malbatên şehîdên Kobanê: Em ê xeta şehîdan bişopînin
Malbatên şehîdên Kobanê: Em ê xeta şehîdan bişopînin
Malbatên şehîdên Kobanê: Em ê xeta şehîdan bişopînin
28 kanûn, 2021   15:08
KOBANÊ

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê herikîn ji malbatên şehîd Rojîn Ehmed Îsa,Welîd Mihemed Hisên û Murhef Îbrahîm Xelîl re sersaxî xwestin.

Destpêkê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Welîd Mihemed Hisên ku li gundê Ehmediyê yê navçeya Eyn Îsayê 50 kîlomtetreyan dikeve rojhilatê bajarê Kobanê, hate vedan.  Bavê şehîd Welîd, Mihemed Hisên ji ANHA'yê re axivî û got: "Armanc ji vê êrişa dewleta Tirk a dagirker dagirkirina xaka me û koçberkirina me ye, her wiha da ku demografiya wê biguherin mîna ku li herêmên din ên Sûriyê kirine."

/ar/uploads/files/2021/12/28/143032_mhmd-alhsyn.webp

Mihemed bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên li ser herêmê hevgirtî bin û xak  û rûmeta xwe biparêzin.

/ar/uploads/files/2021/12/28/143047_mstfa-alaysa.webp

Piştre malbatên şehîdan, serdana konê sersaxiyê yê şehîd Rojîn Ehmed Îsa kirin ku li gundê Leqleqo yê Eyn Îsayê hate venda. Birayê şehîd Rojîn, Mistefa Îsa jî got: "Dewleta Tirk hewl dide projeya me ya demokratîk li herêmê têk bibe. Wê ev xewna dewleta Tirk pêk neyê. Îro Rojîn şehîd ket wê sibe bi dehan têkoşer cihê wê bigirin û têkoşînê bidomînin. Xwişka min min xewna xwe bi cih anî û gihaşt ast şehadetê. Tişta em pê êşiyan zû şehîd bû."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan serdana konê sersaxiyê yê şehîd Murhef El-Xelîl kir ku li Eyn Îsayê hate venda.

Tê payîn ku wê dibe konê sersaxiyê yê navendê li goristana Şehîd Dîcle were vedan.

ANHA