'Êrişa li ser Kobanê berdewama sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên azadî e'

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê bi daxuyaniyekê got, bombebarana artêşa Tirk a duh li dijî bajarê Kobanê berdewamkirina sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên azad e.

'Êrişa li ser Kobanê berdewama sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên azadî e'
26 kanûn, 2021   17:10
MINBIC

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Minbicê, li ber navenda xwe kom bûn û bi daxuyaniyekê bombebebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şeremzar kir.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbic û Gundewarê wê Ehmed Cemîlî daxuyanî xwend.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbic û Gundewarê wê di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir  û got, ji beriya çend mehan ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, nexasim Kobanê ku rêxistina DAIŞ`ê ya Tirkiyê piştgiriya wan dike, têk bir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa heyî ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye, ji lew re bi balafirên bêmirov êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sivîlan hedef digire. Her wiha got, ev kiryar berdewamiya siyaseta sûc a ku li dijî gelê azad dide meşandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku artêşa Tirk hewldana berfirehkirina qada dagirkeriya xwe ya li Sûriê dike, her wiha hewl dide projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe, ji ber ku ev proje gelê Rojhilata Navîn ji bindestiyê rizgar dike.

Di dawiyê de ciwanan soza şopandina rêya şehîdan  û parastina destkeftiyên şoreşê da.

)eh)

ANHA