Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Agir Efrîn re xwest

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê şehîd Agir Efrîn re xwest.

Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Agir Efrîn re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Agir Efrîn re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Agir Efrîn re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Agir Efrîn re xwest
26 kanûn, 2021   15:04
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê konê sersaxiyê yê şehîd Mihemed Ebdurehman (Agir Efrîn) li pêşiya mala wî ya li gundê Til Şeîr a girêdayî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê vegirt.

Şervanê YPG'ê Mihemed Ebdurehman (Agir Efrîn) 23’ê Kanûna 2021’an ji ber nexweşiyê li Helebê şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê herikîn bin konê sersaxiyê ku bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîm bi axaftina endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xelîl Îso dest pê kir. Îso sersaxî ji malbata şehîd Agir Efrîn û tevahiya gelê herêmê re xwest.

Dûvre behsa berxwedana dîrokî ya ku şêniyên herêma Efrînê ya li dijî hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê kir û wiha dewam kir: "Berxwedana dîrokî ya ciwanên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk, ji cîhanê re isbat kir ku şêniyên Efrînê bi mezin û biçûkên xwe saniyekê bi tenê jî dudilî nebûn û xaka Efrînê bi xwîna xwe ya pak av dan. Şehîd Agir jî ji ciwanên pêşengên azadiyê û yên ku rêya azadiyê bi şehadeta xwe ronî kirin."

Di dawiyê de Îso anî ziman ku şêniyên Efrînê dê heta pêkanîna rizgarkirina Efrînê û derxistina çeteyan û dagirkeriyê şopdarên rêya şehîd Agir Efrîn bin.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Bajarokê Babins Ednan Reşîd got, bi rêya ferzkirina tecrîda giran a ser rêber Ocalan, hewldana qutkirina girêdana di navbera wî û gel de dikin, ji ber ku dizanin sîstema kapîtalîst dê bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan hilweşe.

Ednan Reşîd ev li gotina xwe zêde kir: "Sûcên li Efrînê têne kirin, bombebarana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewamkirina siyaseta tecrîdê yê ku dagirkeriya Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, da li dijî vîna gelê Kurd û tevahiya gelê azadîxwaz bisekine."

Reşîd di dawiyê de diyar kir ku hemû komployên bi armanca têkbirina destkeftiyên şoreşê, dê bi saya şêniyên Rojava têk biçe.

Di dawiya merasîmê de endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Henan Henan nasnameya şehîd Agir Efrîn xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA