Kongra Star êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a li ser Kobanê şermezar kir.

Kongra Star êrişa li ser Kobanê şermezar kir
25 kanûn, 2021   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bêmirov a li dijî malekê li rohilatê bajarê Kobanê, Kooordînasyona Kongra Star daxuyanyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êriş hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev êriş ne ya yekemîn e, beriya vê, êrişên wiha li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya cave civata navneteweyî pêk hatine. Lê civata navnetweyî bê sebeb tu helwest li hemberî êrişên li dijî serdestiya dewletên cîran nedaye. Ev bêdengî dihêle ku binpêkirinên faşîzma Osomanî komkujî, sûcên şer û sûcên dermirovî bi taybet li dijî hebûna Kurdan û bi projeya wan a mirovî zêdetir bibin."

Kongra Star bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan erka xwe ya mirovî pêk bînin.

ANHA