Piştî Zirganê, gundên Til Temirê tên topbarankirin

Piştî bajarokê Zirganê, hêzên dagirker gundên rojavayê Til Temirê jî dane ber topand.

Piştî Zirganê, gundên Til Temirê tên topbarankirin
21 kanûn, 2021   15:56
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên we êrişên xwe fireh kirin û gundên Um El-Kêf, Til Gerabêt û Til Cuma yên asûryan ên dikevin rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Topbarana li ser Til Temir û Zirganê berdewam dike.

ANHA