Bedran Çiya Kurd: Berxwedana ciwanan dê hemû planên qirêjî têk bibe

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir kir ku têkoşîna ciwanên şoreşger mîsogeriya têkçûna hemû planan e ku destkeftiyên şoreşê dikin hedef.

Bedran Çiya Kurd: Berxwedana ciwanan dê hemû planên qirêjî têk bibe
17 kanûn, 2021   13:37
ŞEHBA

Bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanên Apoyî, em ê şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin" îro Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Efrînê duyemîn konferansa xwe li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist.         

Xebatên konferansa duyemîn bi amadebûna 400 xwendekarên  kantona Efrînê, rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Hola Mîtan bi wêneyên şehîdan, gotinên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa hate xemilandin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di konferansê de destnîşan kir ku serkeftineke mezin e ku bi sedan xwendekar û ciwan di demên dîrokî de li hev civiyan û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest ketine, ber bi serkeftineke mayînde ve dibin.

Çiya Kurd got: "Di şoreşa Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, cara yekemîn e ku hemû gel bi zimanê xwe yê zikmakî çand û azadiya xwe dijîn. Di demên dîrokî de her kes hewl dide destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û gelê wê qir bike."

Çiya Kurd destnîşan kir ku sala 2021'an bû sala avakirina serkeftineke mezin û got: "Me karî planên dijminên herêmê têk bibin û berxwedan û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ciwanên şoreşger û têkoşîna wan li hemberî hemû planên qirêj sekinî."

Konferans berdewam dike.

(dx)

ANHA