Li Helebê pêşangeheke wêneyan

Yekitiya Hunermendan a Helebê bi navê ‘Çirûskên Şêwekariyê’ li Hola Galerî Seydo Reşo pêşangeheke wêneyan vekir.

Li Helebê pêşangeheke wêneyan
16 kanûn, 2021   12:23
HELEB

Pêşangeha wêneyan bi armanca derxistina behreyên ciwanan hate lidarxistin. Pêşangeh li Hola Galerî Seydo Reşo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl û çandî beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de 75 tabloyên 15 wênesazan û hin berhemên destkariyê têne pêşandan.

Yek ji wênesazên ku beşdarî pêşangehê bûye Mêrvan Hebeş der barê pêşangehê de wiha axivî: "Armanca me ji lidarxistina pêşangehê ew e ku em rewşa heyî bi rêya wêneyan bi civakê bidin naskirin."

Welatiya bi navê Amna Xidiro ku beşdarî vekirina pêşangehê bû, kêfxweşiya xwe diyar kir û got: "Em di van tabloyan de jin û xwezayê dibînin. Ev yek jî bi saya kesên ku ev wêne xêz kirine û karibûn peyama xwe bi rêya wan bidin û bi rêya tabloyên xwe banga parastina xweza û jinan dikin."

Pêşangeh dê heta roja înê dewam bike.

(bx)

ANHA