Ji sedî 30 reşnivîsa hevpeyama civakî hate guhertin

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî nîqaşa hevpeymanê ku ji sedî 30 reşnivîs guhartin, civîna xwe bi dawî kirin û di hefteyên bê de dê careke bicive.

Ji sedî 30 reşnivîsa hevpeyama civakî hate guhertin
Ji sedî 30 reşnivîsa hevpeyama civakî hate guhertin
Ji sedî 30 reşnivîsa hevpeyama civakî hate guhertin
13 kanûn, 2021   15:28
HESEKÊ

Roja şemiya derbasbûyî civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 157 endaman pêk tê dest pê kir. Civîn sê rojan dewam kir û li pêşberî dezgehên ragihandinê girtîbû. Hêjayî bi bîr xistinê ku beriya vê civînê 15`ê Tîrmeha îsal Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir da reşnivîsa hevpeymana civakî amade û nîqaş bikin.

Endamên komîteya berfireh di roja sêyemîn de girîngî dan nîqaş û guhartina sîstema îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola meclis, komîn û erkên wan. Di her du rojên destpêkê de jî  bendên hevpeymanê û rêgezên giştî nîqaş kirin.

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî hevpeyman nîqaş kirin û sedî 30 guhartin di reşnivîsa wê de çêkirin, kar û xebata xwe bi dawî kirin. Komîte di hefteyên bê de dê nîqaşa reşnivîsê berdewam bike.

Endamên komîteyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiquqî, saziyên civaka sivîl û saziyên civakî yên li herêmê tev li civînê bûn.

 (eh)

ANHA