Meclisa navçeya Qenayê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin

Meclisa navçeya Qenayê ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dawîn ên li dijî Şengalê şermezar kirin û bang kir ku rê li pêşiya êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê bigirin.

Meclisa navçeya Qenayê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin
13 kanûn, 2021   14:57
KOBANÊ

Di 11'ê Kanûnê de balafirên şer ên dewleta Tirk avahiya Meclisa Gel a Xanesorê bombebaran kir, her wiha di 7'ê vê mehê de bi droneke erebeya hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kir hedef, di encamê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî birîndar bûn.

Her wiha di 20 û 23'yê Mijdarê de dronên dewleta Tirk a dagirker du erebeyên sivîl û leşkerî li Kobanê kirin hedef û di encamê de 5 kes şehîd bûn. Di 9'ê Cotmehê de erebeye sivîl li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bomebebaran kir ku di encamê de 3 kes şehîd bûn.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa navçeya Qenayê bi tevlêbûna bi dehan endamên saziyê yên navçeyê ji aliyê hevserokê Meclisa Navçeyê Mihemed Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin û hat gotin êriş bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş tên kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike kurdan qir bike, vîna êzidiyan têk bibe û DAIŞ'ê vejîne.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk bi van êrişan nikare vîna gelê herêmê têk bibe.

Di daxuyaniyê de Meclisa Navçeya Qenayê piştgiriya xwe bi gelê Şengalê re anî ziman û bang li civata navneteweyî û hikumeta Iraqê kir ku mudaxele bike û sûcên dermirovî rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina fikirê rêber Abdullah Ocalan û mezinkirina têkoşînê hat dayîn.

(şx)

ANHA