Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser destûr û komîteya destûrê li dar xist

Li Dêrazorê di panelekê de destûr û komîteya destûrî hatin şîrovekirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser destûr û komîteya destûrê li dar xist
11 kanûn, 2021   17:25
DÊRAZOR

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxê Dêrazorê panelek bi sernavê "Destûr û komîteya destûrê" orgenîze kir.

Panel li navenda şaxê Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarokê Mihêmîdiyê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, siyasetmedar û hiquqnas li dar ket.

Piştî rêzgirtinê berdevaka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mûna Hemadî bixêrhatina beşdaran kir, dûvre endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Faîz Bêg destûr û rêgezên wê şîrove kir.

/ar/uploads/files/2021/12/11/150357_fra-dyr-alzwr-lhzb-swryh-almstqbl-yqym-ndwh-lltaryf-baldstwr-walljnh-aldstwryh-28129.webp

Faîz Bîk ji ajansê re axivî û got, panelên wekî vê girîng in da welatî maf û erkên xwe yên ku destûr paratina wan dike û têkiliya hemwelatî bi dewletê re bi rêxistin dike, nas bikin. Li aliyekî din jî da ku kar û xebata komîteya destûrê nas bikin.

Her wiha diyar kir ku gerên "Komîteya Destûra Sûriyê" bi bin ketin û sedema vê binkefinê spartin van xalan "Rêveberiya Xweser di komîteyê de nehat beşdarkirin, komîte girîngiyê nade rola jinan di avakirina biryaran. Her wiha girîngiyê nade mafên mirovan û hesabxwestina ji sûcdarên şer."

(eh)

ANHA