Li herêmê gamêş di bin gefa tunebûnê de ne

Ji ber kêmkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve rûbera çêrgehê kêm bûye, ji ber wê yekê hejmara gamêşan kêm bûye.

Li herêmê gamêş di bin gefa tunebûnê de ne
11 kanûn, 2021   07:21
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Li Sûriyê gamêş li herêmên nêzî avê têne xwedîkirin, ji wan gundewarê parêzgeha Hemayê ye ku çemê Asî tê re derbas dibe û li Tirbespiyê û Dêrikê yên Qamişlo jî gamêş tên xwedîkirin. Xwedîkirina sewalan ji ber ziwabûnê her tim rastî xeteriyê tên.

Li taxa Teyî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê 200 malbatên 3 hezar û 500 serî gamêş li nêzî berava çemê Ceqceq xwedî dikin ku ava wê ji Bakurê Kurdistanê tê.

Dema mirov di kêleka berava çem re derbas dibe, gamêşan di nav avê de dibîne, ji ber ku pêwîstiya wan bi şilayê, av û germahiyeke guncaw heye.

Dewleta Tirk di siyasetên xwe yên birçîkirin û têkirinê de, rêjeya ava çemê Ceqceq kêm kir, ev yek dibe sedem ku keriyên gamêşan di bin gefa tunebûnê de bimînin.

Gamêş xwedî taybetmendiyên cuda ye, ji aliyê şekil û teşe ve dişibihe çêlekan, her wiha wekî sewalekî hişk dixuye. Kesên gamêşan xwedî dikin, sûdê ji goşt, rûn û şîrê wan ku  nîvişk jê çêdibe, werdigirin. Salane her gamêşek derdora 5 hezar lître şîr dide, li aliyekî din jî sewalekî xurt e ku zû bi zû nexweş nakeve, her wiha hilberînên wan ên xwarinê  hişt ku li Sûriyê bibe xêr û bêreke.

Bi mijarê ve girêdayî Nûra Yusif Nasir ku ji zarokatiya xwe ve gamêşan xwedî dike got: "Gamêş jî xwedî nav in, dema ku birçîbe nahêle gavan wê bidoşe û ger kesekî xerîb hewl da wê bidoşe, nikare vê yekê bike."

Nûra diyar kir ku gamêş xwişk û zarokên xwe nas dikin û got, ew gamêşa mê nafiroşin, lê belê wê xwedî dikin û sûdê jê werdigirin.

Îro roj ji ber kêmbûna rûbera çêrgehên taybet û zêdebûna lêçûna xwedîkirinê gamêş di bin gefên tunebûnê de ne.

Izo Mihemed ji kevn ve gamêşan xwedî dike got: "Me çanda xwedîkirina gamêşan ji bav û babîrên xwe wergirtiye û jêdereke sereka ya debara me ne. Derveyî xwedîkirina gamêşan tu karên me yên din tune ne. Li aliyekî din jî şîr wekî şîrê gamêşan ku nîvişk jê çêdibe, tune ye."

Gamêş jî wekî masiyan ne bêyî avê nikarin bijîn. Mihemed da zanîn ku goştê gamêşan bê tewaş e.

Izo Mihemed diyar kir ku hejmara gamêşan zêdetirî 4 hezaran bû, lê niha bûye kêmî 3 hezar û 500, ji ber ku dem dem gamêşekê yan dudyan difiroşin, da êm ji yên mayî re dabîn bikin.

Izo Mihemed îşaret pê kir ku ji ber kêmbûna êm û dê gamêş tune bibin û wiha dewam kir: "Îsal me berê xwe da Reqayê ji ber ku li ser çêrgehan xwedî didin, lê piştî rêjeya ava Firatê ya ji para xaka Sûriyê re kêm bû, ziwabûn çêbû."

Li aliyekî din jî Mitib Casim Hisên bang li aliyên peywendîdar kir ku êm ji gamêşên wan re dabîn bikin û ev lê zêde kir: "Em ji aliyên peywendîdar dixwazin ku alîkariya me bikin ji ber ku ev sewal dê tune bibin û derveyî wan tu kar û senet di destên me de tune ne."

/ar/uploads/files/2021/12/11/064344_mtab-jasm-alhsyn.webp

Têkildarî çareserî û awayê destekdayîna ji gavanan re, endamê Komîteya Sewalkariyê ya Kantona Qamişlo Mihemed Hisên wiha axivî: "Em girîngiyeke mezin didin gamêşan ji ber ku li herêmê kêm in, me li gorî derfetên xwe êm li ser du dewreyan belav kir."

Hisên ev li axaftina xwe zêde kir: "Em hejmara gamêşan belge dikin û li ser vê bingehê em ê careke din êm li gavanan belav bikin. Beriya serê salê jî wekî awayekî lezgîn em ê êm belav bikin."

Mihemed Hisên di dawiyê de destnîşan kir ku piştî belgekirina hejmara gamêşan bi dawî bikin, ew ê her du mehan carekê ji bo her gamêşekî 50 kîlo êm li gavanan, belav bikin.

(eh)

ANHA