​​​​​​​YPJ`ê banga geşkirina têkoşînê li jinan kir

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bang li jinan kir ku ji bo mafên xwe yên rewa bi dest bixin, têkoşînê mezintir bikin. Her wiha diyar kir ku divê NY rewşa mafên mirovan bişopîne û binpêkirinên di vî warî de bi dawî bike.

​​​​​​​YPJ`ê banga geşkirina têkoşînê li jinan kir
10 kanûn, 2021   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniya xwe li ser malpera xwe weşand.

YPJ`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê û pergala parastinê ya giştî ya Rojava ji dema demazirandinê 4`ê Nîsana 2013`an ve di rêziknameya xwe de rêz ji mafên mirovan re girtiye.

Her wiha diyar kir ku rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra û piştevana wan dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dan destkeftiyên ku YPJ`ê di şoreşa Rojava de bi dest xistine, têk bibin. Ji bo armanca xwe pêk bînin, rojane sûcên hovane pêk tînin, mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê dikin, li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişî zarok, jin û kesên temenmezin dikin.

YPJ`ê daxuyaned ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan û zarokan di girtîgehên xwe de sûcên dermirovî pêk tînin. Malbatên wan şantaj dikin da ku fîdyeyan bidin. YPJ`ê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên koçberkirin, guhertina demografiyê, desteserkirina milkên şêniyên resen û bicihkirina kesên biyanî li şûna wan, bi sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan bi nav kirin.

YPJ`ê destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî derfetê dide dewleta Tirk û komên çekdar ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên hovane bikin. Her wiha piştrast kir ku ruxmî ku ev sûc ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve hatine belgekirin, di sêrî de di raporên Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê de, lê bêdengiya wan berdewam e.

YPJ`ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelan û jinan kir ku ji bo ku mafên xwe bi dest bixin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar, di serî de NY, kir ku rewşa mafên mirovan bişopînin, erkên xwe bînin cih da ku aştî û edalet di nava gel û neteweyan de pêk were, dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyê bi dawî bibe û sûcdar werin darizandin.

(şx)

ANHA