Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan meşek li dar xist û gotin ew ê têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzkî ya rêber Ocalan misoger bibe.

Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
9 kanûn, 2021   15:09
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî berê xwe da Qada Şehîd Egîd ku beşdarî meşê bibin.

Şêniyan pankartên "Em faşîzm û tecrîda li dijî rêbertî qebûl nakin" û "Ji rêber Ocalan re azadiya fîzîkî" hildan û meş bi diruşmên "bijî serok Apo" dest pê kir.

Meş li qada Jina Azad a li naverasta Kobanê vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin, dûvre cîgirê Hevserokatiya Meclisa kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û wiha got: "Ji Kobanê silav ji bo Îmraliyê, silav ji rêber gelên azadîxwaz re. Ne ji fikir û felsefteya te bûya me îro bêhna azadiyê nedikir."

Ferhan Kobanê wiha domand: "Em soz didin te ey rêbertî ku heta tecrîdê bi dawî bikin, gavekê jî paş ve naavêjin, we hişt em bijîn û divê tevahî pêkhateyên herêmê aramca dagirkeirya Tirk bizanin ku hewl dide bi rêya ferzkirina tecrîdê gelên herêmê qir bike."

Ferhan Kobanê ev tişt got: "Em ji ne balafirên bêmirov ne jî topavêjên dewleta Tirk natirsin, em gelekî ku li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan mezin bûne û dev jê bernadin."

Di dawiyê de Ferhan Kobanê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Heke hûn dixwazin di vî şerî man û nemanê de bi ser kevin, divê hûn piştevaniya şervanên di xendekên şeref û qehremantiyê de bikin."

Mîtîng bi diruşmên banga şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

(fr)

ANHA