Hevseroka Mala Êzidiyan: Hedefgirtina Bedel hewldana tunekirina dîrok û baweriya Kurdan e

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk li ser axa wê rexne kir û got: " Hedefgirtina Bedel hewldana tunekirina dîrok û baweriya Kurdan e."

Hevseroka Mala Êzidiyan: Hedefgirtina Bedel hewldana tunekirina dîrok û baweriya Kurdan e
8 kanûn, 2021   10:48
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker wesayîta hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel li navçeya Xansûrê hedef girt û di encamê de Bedel şehîd bû.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo diyar kir ku tişta ku ji encama hedefgirtina Merwan Bedel pêk hat, dirêjkirina dîroka êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû Êzidiyan e, ne tenê Êzidiyên Şengalê ne.

Tozo her wiha ji ajansa me re destnîşan kir ku hedefgirtin ji serdema împratoriya Osmanî ye, ku her tim gelê vê olê hedef digirin da ku Kurdan di warê dîrokî û îdeolojîk de tune bikin.

Tozo got: "Dema ku dagirkeriya Tirk kesayetekî civakî yê ji kûrahiya Şengalê û gundê ku lê dijî dike armanc, bêguman ev peyameke eşkere ye ku Êzidiyan weke gel û baweriyan dikin armanc. Ne weke ku gelek dezgehên çapemeniyê yên cuda belav dikin ku ew aliyekî siyasî ya taybet dikin armanc."

Tozo destnîşan kir ku ev hedefgirtin niyeta nijadperestiya dagirkeriyê bi hedefgirtina kesayeta niştimanî yên wekî Yûsif Gulo û herdu neviyên wî diyar dike.

Tozo di dawiya axaftina xwe de helwesta hikumeta Iraqê ya ku li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker li ser axa Iraqê pêk tîne, rexne kir û got: "Dewleta Iraqê her tim dibêje Şengal wekî beşekî Iraqa federal e, lê di dawiyê de tiştek ji dest dernakeve. ma gelo ev Iraqa mezin e?."

(dx)

ANHA