Ev 3 roj in li pey hev Rûsya çolistana Sûriyê bobmbebaran dike

Balafirên şer ên Rûsyayê 3 roj in li ser hev nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê lj çolistana Sûriyê bombebaran dike.

Ev 3 roj in li pey hev Rûsya çolistana Sûriyê bobmbebaran dike
8 kanûn, 2021   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji seatên sibehê ve gelek balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê li herêma di navbera navbera çolistana El-Şola û Kebacib a başûrê Dêrazorê bombebaran dike.

SOHR'ê duh ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê ji bo destpêkirina operasyona lêgerînê li dijî çeteyên DAIŞ`ê, hêzên leşkerî yên nû anîn derdora çolistanên rojava û başûrê Dêrazorê û çolistana rojava başûrê Reqayê.

Di heman demê de balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ'ê li çolistanên Dêrazor û Reqayê nêzî 15 êriş pêk anîn.

(dm)