Rojnameyên erebî: Peyamên Îsraîlê ji bombebarana li ser bendera Laziqiyê

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa Sûriye, Lîbya û serdana Erdogan bo Qeterê kir.

Rojnameyên erebî: Peyamên Îsraîlê ji bombebarana li ser bendera Laziqiyê
Rojnameyên erebî: Peyamên Îsraîlê ji bombebarana li ser bendera Laziqiyê
Rojnameyên erebî: Peyamên Îsraîlê ji bombebarana li ser bendera Laziqiyê
8 kanûn, 2021   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

PEYAMÊN BOMBEBARANA ÎSRAÎLÊ LI SER BENDERA LAZIQIYÊ

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: " Piştî çend mehan ji "Peymana kîmyewî" di navbera Washington û Moskovê de ku di nava 8 salan de bi sedan caran piraniya herêmên welat hatin bombebarankirin, bombebarana ku roja sêşemê di saetên berbanga sibê de li ser bendera Laziqiyê hate kirin ji zêdetir êrişên ku ji destpêka hedefgirtina Îsraîl ji Sûriyê di sala 2013`an de ku peyamên xwe hene. Gelo çima?

1-Bendera Laziqiyê: Êriş li dijî girîngtirîn benderên Sûriyê ku çend kîlo metreyan nêzî baregeha Hemîmîm a leşkerî ya rûsî ye û sîstema moşekan S300 û S400 têde heye, hate kirin. Ev jî nîşaneyeke ku Rûsya ji bombebarana Îsraîlê razî ye yan jî ne li dijî wê ye.

2-Hêrsa rûsî: Moskov beriya niha hêrsa xwe ji biryara hikûmeta Şamê ku di Sibata 2019`an de girt ku rêvebirina benda Laziqiye bidin Îranê piştî ku peyman bi şîrketa navneteweyî re îbtal kir, eşkere kir. Şamê jî hewl da Moskov razî bike û paran ji bendera Tertûs bide wê. Ev jî di çarçoveya "Lîstoka hevsengiya di navbera hevalbendan de ye" lê hêrsa rûsî hê jî heye.

3-"Girêka Îlonê": Di Îlona 2018`an de sîstema parastina hewayî ya Sûriyê bi şaştî balafireke leşkerî ya rûsî di dema ku bersiva êrişên Îsraîlê dida, xiste xwar. Di encama wê de 15 leşkerên rûsî hatin kuştin û bû sedem ku tevlîhvî di navbera Moskova û Îsraîlê de çêbibe. Ji ber wê jî hate xwestin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana serokê Rûsyayê Vladimir Putin bike da ku aloziyê çareser bike û vegerin li warê "Mekanîzmeya koordînasyonê" ya leşkerî di navbera her du aliyan de li Sûriyê. Lê Îsraîl di hedefgirtina derdora her du baregehên rûsî li Laziqiye û Tertûs hişyar ma da ku tu birîndarên rûsî çênebe.

4-Putin û Bennett: Ji destpêka ku Naftali Bennett li şûna Netanyahu dest bi serokatiya hikumetê kiriye, Rûsya dixwaze hebûna xwe li Sûriyê bi bîra Îsraîl bixe.

5-"Berfirehkirin û baldarî": Ji destpêka hevdîtina Putin û Bennett rûbera bombebaranê berfireh bûye. Topbarana bi guman li ser baregehên Îranê yên li rojhilatê Sûriyê dûbare bû. Îsraîl gelek caran derdora Şam û nîvê Sûriyê di 30`ê Cotmehê, 3, 8 û 24`ê Mijdarê de kir hedef. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku hedefgirtin gihaşt baregehên çek û cebilxaneyên Îranê jî.

6-"Dermirovî": Nûnerê taybet ê serokê Rûsya ji Sûriyê re Alexander Lavrentiev di komxebata Şamê ya ku di nîvê Mijdarê de hate lidarxistin de got: "Girêdayî pirsa li ser topbarana ne rewa ji aliyê Îsraîlê li ser xaka Sûriyê, em van kirinên dermirovî red dikin. Em banga pêwendiya aliyê Îsraîlê di hemû astan de têkildarî girîngiya rêzdariya ji Sûriyê û xaka wê re her wiha rawestandina topbaranê, dikin."

7-"Berxwedana Îsraîl": Helwesta Lavrentiev bi temamî ji helwesta Tehranê cûda ye. Sekretêrê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şimxanî di hevdîtina xwe bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad re li Tehranê duh got: "Berxwedan rêbaze yekane ye ku vê girêka penceşêrê ji herêmê derxîne."

8- Du nêzîkatî û şano: Li pêşberî nakokiyên du nêzîkatiyên Mosckov û Tehranê li herêmên di bin serweriya hikumetê de û têkiliya bi Til Evîv re, Rûsya hewl da ku Îranê razî bike da ku rêxistinên xwe ji baregeha T4 a navenda welat ku çend caran rastî topbarana Îsraîlê hat, derxîne. Li beramberî vê yekê jî berpirsên amerîkî Îran tawanbar kir ku baregeha El-Tenef a başûr rojhilatê Sûriyê topbaran kir ji ber balafirên Îsraîlê baregeha T4 bombebaran kir piştî ku di ser El-Tenef re derbas bû û ji ber vê yekê jî Mosckov bi hêrs bû.

9-Putin – Biden: Beriya hevdîtina Putin û Bennett di dawiya Cotmehê de, rêxistinên girêdayî Tehranê bi rêya 5 balafirên bê mirov û di çarçoveya peyamên ji Sochi re, baregeha El-Tenef bombebaran kir.

10-"Nûkler" û "Normalîzasyon": Mirov nikare bombebaranê ji çarçoveya geşedanên herêmî û navneteweyî ku têne kirin nexasim ên girêdayî girtina danûstandinên peymana nûkleerî li Vienna, gefên Îsraîl û Amerîkayê bi "Pêşniyarên din" dûr bixe. Her wiha bazarên ku bihêle normalîzasyona bi Şamê re bibe kêmkirina hebûna leşkerî ya îranî li Sûriyê tevî ku ev bi erêkirina di navbera Mosckova, Şam û Tehranê de be ku El-Muqdad serdana wê kir.

ERDOGAN LI DOHA YE: KOMEKE PEYMAN, LÊ BELÊ PERE TUNE NE

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî serdana Erdogan ji Qeterê re wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştevaniya darayî ya lezgîn ku di serdana xwe ya bo Qeterê de lê digeriya da ku ji aloziya xwe ya darayî derkeve û lîreyê Tirk rizgar bike, nedît.

Ev yek hemwextî nameyên veşartî yên Erdogan dane Siûdiyê da ku Riyadê bi aliyê xwe ve bikişîne, pêk hat. Lê belê Riyadê têkildarî nêzîkbûna ji Enqereyê tu nîşane berz nekirin.

Erdogan di serdanên xwe yên ber bo Doha de behsa piştgiriya Qeterê ji welatê xwe re û sekinandina Doha li kêleka Enqereyê di aloziya diravî de, kir. Çavdêran destnîşan kir ku ew yek asta hewcedariya Tirkiyê bi piştevaniya lezgîn a Qeterê nîşan dide. Lê belê ew yek nehate ragihandin, her wiha sedemên astengkirina wê jî nehatin eşkerekirin.

Serokkomarê Tirk Erdogan bi amadebûna mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî got, di êrişên li dijî aboriya Tirkiyê de Qeter her tim li kêleka Tirkiyê bûye û baweriya xwe bi Tirkiyê nîşan daye.

Roja sêşemê, Qeter û Tirkiyê 15 peymanên hevkariya di gelek waran de îmze kirin.

Çavdêr dibêjin ku Qeterê di serdanên berê de jî peymanên mezin bi Tirkiyê re îmze kirin, lê belê êdî naxwaze peymanên bi heman rengî pêk bîne, bi taybet di warê leşkerî û îstismarê de.”

LÎBYA.. JI BO DERBASKIRINA ASTNGIYAN XWE DISPÊRIN VEGERA STEPHANIE

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê got: “Diplomata amerîkî Stephanie Williams car din bû seroka şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY), ev yek li Lîbyayê hem rastî pêşwazîkirin, hem jî redkirinê hat.

Şîrovekar dibînin ku di rojên bê de li ser gelek astan li Lîbyayê dê gelek suprîz hebin. Her wiha desntîşan dikin ku Stephanie Williams piştî îstifaya nûnerê navneteweyî yên berê Xesan Selame, di dosyaya Lîbyayê de îsbat kir ku ew jineke bi hêz û dizane çawa xebatên siyasî bi rêve bibe, ji ber wê yek di gihaştina agirbestê û pêkanîna peymana leşkerî de, heta lidarxistina komxebata diyaloga siyasî li Tûnisê û piştre li Cinêvê, bi ser ket.”

(bx-cx)