Li herêmên hikumeta Şamê gendelî zêdetir dibe

Di encama krîza aborî ya li welat de, ji ber zêdebûna asta gendelî û bertîlên bi navê diyarî yan jî "şêranî" azarên gelê Sûriyê rojane zêde dibin.

Li herêmên hikumeta Şamê gendelî zêdetir dibe
8 kanûn, 2021   08:46
HELEB-MIHEMED EBDO

Osman (24) ji hefteyekê ve berê xwe dide bankê li Helebê da ku pereyê wergirtina pasaportê bide.

Lema (46) jî wergirtina bertîlan ji welatiyan rewa kir da ku pêdiviyên xwe dabîn bike, ji ber mûçeya wê ye mahene ku 20 dolar e, tenê têra nan û çayê dike.

Osman got lêçûna pasaportê 15 hezar lîreyê Sûriyê ye, ji wê zêdetir jî 50 hezar ji şaxê leşkeriyê re ji bo dayîna destûra rêwîtiyê ye. Ev hemû li gorî qanûnê ye, lê lêçûna rastîn ji wê pirî zêdetir e.

Osman eşkere kir ku tevahî kaxiz û îmze bi bertîl û bi navê "şêranî" ji karmendekî heta bi karmendekî tên çêkirin. Li gel wê jî rûtîneke dijwar heye da ku pereyan bibin û gendelî zêde ye.

Li gorî şîrketa Henley a brîtanî ya girêdayî şêwirên cîhanê ya welatîbûnê û bicihbûnê, pasaporta Sûriyê ji pasaporta herî xerab di cîhanê de ye û di lîsteya 2021’an de ji eslê 116 dewletan di asta 114’an de ye.

Lê tevî vê sinifandina xerab, pasaporta Sûriyê ji pasaportên herî buha yên cîhanê ye. Ji kesên li derveyî welat re lêçûna pasaporta lezgîn 800 dolar e û pasaporta ne lezgîn 400 dolar e.

ŞAXÊ LEŞKERIYÊ VEGUHERÎ KANIYA TALAN Û DIZIYÊ

Xwendekarê masjterê yê Zanîngeha Helebê, Mazin (23) ji ajansa me re wiha  got: "Di mijara nûkirina kaxiza xwendinê ya ji bo leşkeriyê de azaran dikişînin, tevî ku tevahî kaxiz salane tên çêkirin. Lê karmendên şaxê leşkeriyê bi hevkariya efseran re pereyan ji me digirin."

Mazin wiha domand: "Di rojekê de tenê 30 xwendekar kaxiza xwendinê ya ji bo leşkeriyê werdigirin, tevî ku 6 karmend ji bo vê yekê erkdar in û tenê her kaxizek di 5 deqeyan de çêdibe."

Mazin piştrast kir ku ev tevahî kiryar êdî eşkere bûne da ku pirsgirêk werin çêkirin û wiha domand: "Lê heke te xwest kaxizên te zû werin îmzekirin û xelas bibin, divê tu 8 hezar lîreyê Sûriyê bidî kesê dorê bi rêxistin dike û diyariyekê bide."

Piştî Osman çû şaxê leşkeriyê da ku destûra rêwîtiyê bigire, ev tişt got: "Dema min bertîl neda karmend, kaxizek ji gerînendetiya tenduristiyê ji min xwest ku tê de were diyarkirin ku tu nexweşî tune ne, li gel wê jî divê ew kaxiz li gerînendetiyê were erêkirin. Lê di rastiyê de ji aliyê qanûnî ve ew kaxiz nayên xwestin. Lê vê yekê ji bo astengî ji welatiyan re derxin, pêk tînin."

Lê di dawiyê de Osman neçar dimîne 10 hezar lîreyên Sûriyê bide ku destûra rêwîtiyê bigire.

‛MÛÇE TÊRÊ NAKIN’

Ajansa me xwe gihand yek ji karmendên li daîreyên fermî yên hikumeta Şamê ku navê xwe kir Lema (46). Lema piştrast kir ku ew bertîlan dibin da ku debara xwe bikin.

Lema got, tevî hevjînê wê ajokarê taksîyekê ye û ew jî karmend e û 70 hezar lîreyê Sûriyê (20 dolar) werdigire, lê ev têra pêdiviyên malbatê ji kirêya mal û lêçûnên rojane nake. Lema da zanîn tevî ku ew bertîlan werdigire, lê di nava xizaniyê de dijî û rewşa wê mîna ji sedî 80 rewşa gelê Sûriyê ye.

DI DESTÛRA SÛRIYÊ DE CEZAYÊN BERTÎLAN

Destûra Sûriyê li gorî rewş û lêpirsînê cezayên kesên bertîlê dibin û didin, diyar dike û li gorî xalên 341, 342 û 34’an in.

Cezayê kesê bertîlê dide li gorî madeya 345’an wiha ye; kesê pereyan li gorî madeya 341 wek diyarî yan jî ji bo karekî pêşkêş dike yan jî karekî ji karên erka xwe nake yan jî dereng bixe, herî kêm 3 mehan dikeve girtîgehê û pereyan du qatî dide.

Lê cezayê kesê bertîlê werdigire li gorî madeyên 341 û 342’yan wiha ye; li gorî madeya 341’an cezayê kesên bertîlê werdigire sûc e û cezayê wî ji 3 meh heta bi 3 salan û herî kêm du qat pereyên ku qebûl kiriye, wergire yan jî wergirtiye, bide."

Li gorî madeya 342’yan cezayê kesê bertîlê werdigire sûc e û cezayê wî karên dijwar ên demkî û baca 3 qatî ku qebûl kiriye pereyan bibe yan jî wergirtiye.

Lê kesên bertîlê didin û dibin heke beriya doza wî derbasî dadgehê bibe li pêş desthilatan li xwe mikur hat, tê efûkirin.

‛BERTÎLAN EŞKERE DIXWAZIN’

Osman da zanîn ku di salên borî de xwestina bertîlan hatiye guhartin û eşkere bûye. Osman diyar kir ku berê li pêş karmend hin astengî hebûn ku ji welatî re eşkere bike da ku pereyan bide wî. Lê niha karmend bi cesaret dixwazin û nirxê wê jî diyar dikin.

Li aliyekî din jî Lema eşkere kir ku ew di meşandina kaxizan de para xwe ya bertîlê ji bi rêya simsarê ji karmendên xizmetguzarî yan jî nobetdaran werdigire.

(fr)

ANHA