Rêveberiya Xweser kargeha tekstîl a li Hesekê jinûve vekir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kargeha tekstîl li bajarê Hesekê vekir. Kargeh rojane dê 6 tonan çêke û derfeta kar ji zêdetirî 500 kesî re peyda bike.

Rêveberiya Xweser kargeha tekstîl a li Hesekê jinûve vekir
5 kanûn, 2021   14:17
HESEKÊ

Kargeha tekstîl a li bajarê Hesekê ji ber rewşên şer demekê  hatibû rawestandin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku kargeh sererast kir û hemû pêwîstiyên wê peyda kir, îro bi merasîmekê ji nû ve vekir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîxan Xalid, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo, Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telhet Yûnis, xebatkarên kargehê û desteyên rêveber ên bajar beşdarî vekirina karegehê bûn.

Beşdar di hundirê kargehê de geriyan û xebatên beşên kargehê, alav, xwezaya kar, enerjiya berhemên kargehê ya heyî û pêwîstiyên ku hêza berhemên wê bilind bike, nas kir

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku jinûve vekirina kargeha tekstîl li bajarê Hesekê xebatekî girîng ji Rêveberiya Xweser re ye û got: "Ji ber ku dê pêwîstiyên herêmê yên pîşesazî bi cih bîne û dê destekê bide cotkaran ku çandina bempo zêde bikin ku bingeha sereke di destekdayîna aboriya herêmî de ye."

Her wiha ji rêveberên karegehê Ebdullah Selah ji ANHA'yê re jî destnîşan kir ku Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser vekirina kargehê û sererastkirina alavên wê, her wiha peydakirina pêwîstiyên wê girt ser xwe û ji sedî 80 ji kargehê hate sererastkirin.

Ebdullah Selah diyar kir ku di dema heyî de 130 xebatkar hene, plan dikin ku 500 kesên din jî bixebitîn û ev jî piştî peydakirina hezar û 500 ton ji pembo ku di depoyan de bû, hate kirin.

Selah destnîşan kir berhema karegeh di nava 24 saetan de nêzî 6 ton e.

(bx)

ANHA