PDK'ê ev cara sêyemîn e ku daxwaza Dayikên Aştiyê red dike

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê, daxwaza Dayikên Aştiyê yên li deriyê Pêşxabûr a radestkirina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî bo cara sêyemîn, red kir.

PDK'ê ev cara sêyemîn e ku daxwaza Dayikên Aştiyê red dike
4 kanûn, 2021   11:56
QAMIŞLO

Komek ji Dayikên Aştiyê ku ji 31 kesan pêk tê, li ber konê xwepêşandanê yê li deriyê Sêmalka yê bajarê Dêrikê kom bûn, ji bo radestkirina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku di rojên 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfan di kemîneke Hêzên Demokrat a Kurdistanê de şehîd bûn berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê.

Hêzên Demokratîk a Kurdistanê (PDK) qebûl nekirin ku peyama Dayikên Aştiyê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re were şandin. Di peyama Dayikên Aştiyê de daxwaza wergirtina cenazeyên her du şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî hate kirin.

Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina redkirina peyamê ji aliyê PDK'ê ve, li ser pira di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de xwepêşandan kirin.

Di vê çarçoveyê de, Dayikên Aştiyê piştrast kirin ku heta wergirtina cenazeyên her du şehîdan dê çalakiya xwe ya xwepêşandanê li deriyê Sêmalka bidomînin. Çalakiyên xwepêşandanê wê sibe bikeve meha sêyemîn.

Ev cara sêyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên her du şehîdan berê xwe didin deriyê Pêşxabûrê, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê bersivê nadê.

(dx)

ANHA