Îstixabarata Amerîkayê hişyarî da: Rûsya plan dike êrişî Ukraynayê bike

Îstixbarata Amerîkayê eşkere kir ku Rûsya amadekariyan dike da ku sala bê bi tevlêbûna 175 hezar leşkerî êrişî Ukraynayê bike.

Îstixabarata Amerîkayê hişyarî da: Rûsya plan dike êrişî Ukraynayê bike
4 kanûn, 2021   10:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The Washington Post a amerîkî ku agahiyên xwe dispêre raydarên amerîkî û belgeyeke îstixbaratî, li gel zêdebûna nakokiyên di navbera Washington û Moskovê de têkildarî destwerdana muhtemel a Rûsyayê li Ukraynayê, îstixbarata Amerîkayê eşkere kir ku Kremlîn plan kiriye ku di demeke nêz de sala bê ji gelek aliyan ve bi tevlêbûna 175 hezar leşkerî êrişî Ukraynayê bike. 

Kremlînê hêzên xwe ber bi sînorên Ukraynayê ve şand, da ku fişarê li Washingtonê bike ku Ukrayna tevli NATO`yê nebe û rê li pêşiya tevgerên leşkerî yên NATO`yê li Ukraynayê bigire.

Beriya civîna online ku tê payîn hefteya bê di navbera Biden û Pûtîn de li dar keve, ji ber aloziyê metirsî hene ku dîsa şer li ser axa Ewropayê pêk were.

Rayedarekî rêveberiya Amerîkayê ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, got: "Rûsya plan kiriye di destpêka 2022`yan de êrişî Ukraynayê bike û wê hêzên xwe zêde bike. Li gorî agahiyan, tevgereke zêde ya 100 tabûran bi hejmara 175 hezar leşkeran, tank, topavêj û gelek alavên din hene."

(şx)