Polîsên Tirk bi ser mala Hevseroka ÎHD`ê girtin

Polîsên Tirk duh êvarê bi ser mala dayika Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn de girtin.

 Polîsên Tirk bi ser mala Hevseroka ÎHD`ê girtin
4 kanûn, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Stenbolê polîsên Tirk  bi ser mala dayika Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Fatma Sevgî Keskîn de girt.

Hate zanîn ku ji ber axaftinek Keskîn ya berî du sal û nîvan ku li Dersîmê kiriye, lêpirsin hatiye vekirin.

Derbarê serdegirtina malê de Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn got ku di wextê serdegirtinê de ew ne li malê bûye û wiha dewam kir: "Piştî serdegirtina malê, polîs li min geriyan û gotin, îfadeya te heye."

Keskîn destnîşan kir ku wê roja sêşemê biçe îfadeyê bide û got,“Di vê saetê de çûne malê. Ma divê saetê de îfade dibe? Hejmara telefonê dîtine û geriyane. Hinceta serdegirtinê jî ber axaftina min ya beriya bi du sal û nîvan e, ku li Dersimê di panelekê de axivîbûm. Bi vê hincetê lêpirsin dane destpêkirin. Tê îdiakirin, ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ Ez timî li vir im, ma di vê saetê de çawan çêdibe ku diçin mala parezerekê? Ewqas tiştek dijrastiyê ye. Tenê ji bo ku bêzar bikin wiha dikin. Roja sêşemê ez ê biçim îfadeyê bidim.”