Îmarat 80 balafirên şer û 12 helîkopteran ji Fransayê dikire

Koşka Elyse ragihand ku Îmarat û Fransayê ji bo kirîna 80 balafirên şer ên 'Rafale' û 12 helîkopterên 'Caracal' peymanek îmze kiriye.

Îmarat 80 balafirên şer û 12 helîkopteran ji Fransayê dikire
3 kanûn, 2021   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro gihîşt Îmaratê, her wiha dê piştre berê xwe bide Qeter û Erebistana Siûdî. Armanc ji serdanê ew e ku hevkariyê, bi taybet di aliyê aborî de, xurt bike.

Li gorî AFP`ê, Koşka Elyse ragihand ku Îmarat û Fransayê ji bo kirîna 80 balafirên şer ên Rafale û 12 helîkopterên Caracal peymanek îmze kiriye.

Wezîra artêşê ya Fransayê Florence Parly peyman wek “peymaneke dîrokî” bi nav kir.

(cx)