Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran

Rêveberiya Dibistana Nazil El-Melaîke ya keçan, pêşangeheke berhemên şêwekariyê ya xwendekaran vekir.

Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
Li Tirbespiyê pêşangeha hunerên xwendekaran
2 kanûn, 2021   15:49
QAMIŞLO

Rêveberiya Dibistana Nazik El-Melaîke ya Keçan a li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo pêşangeheke hunerên şêwekariyê yên xwendekaran vekir.

Ev pêşangeh bi armanca çarçoveya teşwîqkirin û geşkirina behreyên xwendekaran hate vekirin. Di pêşangehê de tabloyên hunerî û peykerên biçûk ên xwendekaran hatin pêşandan.

Du xwendekarên Dibistana Nazik El-Melaîke deriyê pêşangehê vekir, di pêşangehê de mamosteyên dibistanê û malbatên xwendekaran beşdar bûn.

Beşdaran kêfxweşiya xwe li ser karên xwendekaran ên hunerî û folklorîk nîşan da.

Di dawiyê de stranên folklorîk hatin gortin û dîlan hatin gerandin.

(fr)

ANHA