​​​​​​​SOHR: Di mehekê de li Sûriyê 116 sivîl hatine kuştin

SOHR`ê ragihand ku di Mijdara 2021'an de li Sûriyê 245 kes hatine kuştin ku 116 ji wan sivîl in.

​​​​​​​SOHR: Di mehekê de li Sûriyê 116 sivîl hatine kuştin
1 kanûn, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di Mijdara 2021'an li Sûriyê de 245 kes hatine kuştin ku ji wan 116 sivîl in ku di nav de 23 zarok û 16 jin hene.

SOHR'ê diyar kir ku xwînrijandin û şer hîna li Sûriyê berdewam e û agirbest tenê wekî bêhnvedana şervanekî di navbera aliyên şer yên li Sûriyê bû. Ji lew re hin alî bi ser ketin, hin alî jî serweriya xwe winda kirin.

SOHR'ê bang li aliyên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina xwîna gelê Sûriyê bi awayekî cidî û berdewam kar bikin.

 (dx)