Emîn Elîko: Penaberiya Kurdan ji ber polîtîkayên dewletên dagirker û hevkarên wan e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko, dagirkerên Kurdistanê û aliyên hevkariyê pê re dikin ji penaberiya bi hezaran Kurdan berpirsiyar nîşan da. Elîko ev yek wek planeke berfireh ji bo tunekirina Kurdan û guhertina demografiya Kurdistanê bi nav kir.

Emîn Elîko: Penaberiya Kurdan ji ber polîtîkayên dewletên dagirker û hevkarên wan e
1 kanûn, 2021   09:45
MIHEMED EBDO- HELEB

Trajediya bi hezaran penaberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê berdewam dike. Herî dawî keştiyeke koçberan di Deryaya Manş de noq bûbû ku piraniya kesên tê de Kurd bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko, dewleta Tirk a faşîst û hin hêzên kurdî yên hevkariyê pê re dikin, ji penaberbûna Kurdan û valakirina herêmê berpirsiyar nîşan da.

Elîko diyar kir ku beriya niha bi demeke kurt, peymanên girêdayî penaberan nexasim penaberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê têne nûkirin û cîhan jî êdî dizane çi li wir diqewime.

Têkildarî rewşa trajîk a penaberên Kurd ên li wê derê, Elîko destnîşan kir ku ew encama siyasetên hêzên dijberên Kurdistanê ye û got:" Em nikarin hestên xwe derbarê penaberên li ser sînorê Belarûs tenê bi êş û giran wesif bikin. Dema ku em dibînin zarok û malbatên me di vê hewaya sar de li pêşiya tevahî mirovahiyê li erdê radizên, ev deqeke reş li eniya hemû aliyên peywendîdar û xwediyên biryarê ye."

Têkildarî xeniqîna bi dehan Kurdên li derya Manşê, Elîko da zanîn ku ev dîmen dubar dibe û aloziya Sûriyê ya ku kirîza penaberan derxist holê tîna bîra me bû sedem gelek kesên bêguneh bibin qurban.

‘BIKARANÎNA PENABERAN SIYASETEKE QIRÊJÎ YE’

Elîko diyar kir ku penaberî encama siyaseta dewletên faşîst e ku zarokên gel ji bo ajandeyên xwe bi kar tîne û mînaka wê jî Sûriye, Iraq û bi taybet her çar perçeyên Kurdistanê da û got:" Gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê di encama siyasetên netewperest ên faşîst ya dewletên dijberî çareseriyê, bi darê zorê tê koçberkirin. Ew dewlet hebûna xwe bi rijandina xwînê ve girê didin."

Elîko wiha domand: "Nakokiyên siyasî yên di navbera Belarûs û Polonayayê de bi gotineke din ên di navbera Rûsya û Yekitiya Ewropayê de, siyaseta dewleta Tirk ku beriya çend salan penaber wekî kaxiza zextê bikar dianî da ku şertên xwe li qada siyasî de pêk bîne, tîna bîra mirov. Ev siyasetek qirêj e."

Elîko di axaftina xwe de anî ziman ku hin amûr di kesayeta partiyên li ser axa Kurdistan de hene ji bo berjewndiyên siyaseta dagirkeriya Tirk dixebitin û wiha lê zêde kir: “Em dizanin beriya çend salan mamosteyên li Başûrê Kurdistanê daketin qadan ji ber ku ji mafên xwe yên madî bêpar man û fonên xwe wernedigirtin. Di encama wê de bû sedem welatî penaber bibin û ev armanca dewleta Tirk a dagirker bi xwe ye.

‘ÇARESERÎ EW E KU RÊ LI DAGIRKERAN WERE GIRTIN’

Elîko diyar kir ku divê rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî li dijî dagirkeriyê çareseriyekê bibînin, li şûna ku difikire çawa aloziya penaberan kontrol bike û wiha pê da çû: "Eger dewleta Tirk sûc û dagirkerî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk neaniya û desteka çeteyan nekira, gel dê bi aramî li ser axa xwe bijiya û penaber nedibû."

Elîko ev pirs kir: “Dagirkeriya Tirk li Sûriye eşkere ye, lê belê li Başûrê Kurdistanê veşartî ye û derdora 30 baregehên leşkerî li ser axa wê hene û rojane sivîlan bi moşek û topan topbaran dike. Gelo ev sûc ne sedem e ku herêm ji şêniyên resen vala bibe?”

‘DEWLETA TIRK EŞKERE PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYAN’

Der barê rewşa Idlibê de Emîn Elîko got: "Tirkiye li Idlibê piştgiriya komên terorîst dike, ji wan Partiya Îslamî ya Tirkistanî ku hebûna xwe bi awayekî eşkere radigihîne. Her wiha yên bi navê Cund El-Îslam, Cebhet El-Nusra û komên din ên terorîst ku bi sedan çeteyên biyanî digire nava xwe. Ev siyaseta AKP dide meşandin da herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike, ji lew re li herêmên dagirkirî welatiyan tengav dike û li şûna wan terorîstên bi ser Tirkiyê ve bi cih dike û bi vê yekê berjewendiyên xwe diparêze. Ev siyaset jî xetereyê li ser cîhanê tev de çêdike."

(dm)

ANHA