Rojnameyên erebî: Li Derayê metirsî û tevlihevî

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, hilbijartinên Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li Derayê metirsî û tevlihevî
Rojnameyên erebî: Li Derayê metirsî û tevlihevî
Rojnameyên erebî: Li Derayê metirsî û tevlihevî
1 kanûn, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI TOPBARANA LI NEWAYÊ DE KUŞTÎ HENE… ALÎKARIYA RÛSYAYÊ RED DIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di encama topbarana li ser bajarê Newa yê li rojavayê Dera yê başûrê Sûriyê de kuştî û birîndar hene. Ev jî ji ber ku erebeyeke leşkerî ya efserên ewlehiya leşkerî li ser rêya di navbera bajarê Newa û bajarokê El-Şêx Saed de bi mayinekê hate hedefgirtin û di encama wê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Welatiyên Siwêdayê jî dewriyeyeke Rûsyayê ku alîkarî dibir herêma ku piraniya niştecihên wê durzî ne, red kir."

Şêniyên bajarê Newa cenazeyê 2 leşkerên hêzên rejîmê li nêzî çerxerêya El-Mexfer a navenda bajarê Newa dît û bi wan re kaxezek dît ku li ser wiha hatibû nivîsandin; "Bersiva topbarana li ser bajar".

Çalakvanên ji Derayê dîmenek weşand ku tê de topbarana li ser taxên sivîlan diyar dibe û tirs di nava niştecihan de belav dibe. Di encama topbaranê de mamosteyê dibistanê yê bi navê Ewed Ebû El-Sil û jina bi navê Cîhan Mutleq El-Mezîb hatin kuştin, her wiha hin kes jî birîndar bûn. Her wiha ji nexweşxaneyê bang li şêniyan hate kirin ku xwînê ji bo birîndaran bidin.

Ji ber vê yekê jî tirs û tevlihevî di nava sivîlan de belav bû û hêzên rejîmê bi awayekî zêde li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Newa belav bûn. Hêzên leşkerî bi ser hin mezre û konan de girt û gelek kesên di wan konan de girtin.

Çavkaniyan herêmî jî got aliyê rûsî ne amade bû û destwerdana bûyerê nekir. Hin şêx û pêwendîdaran li gundewarên rojavayê Derayê bi hin aliyên leşkerî û hikumetê re li Derayê ketin nava pêwendiyê da ku bûyerê çareser bikin, sedemên topbarana ku ji nişka ve li ser bajar hate kirin, her wiha da ku rewş xirabtir nebe. Komeke ji Newayê tê tawanbarkirin ku teqîna li dijî erebeya endamên rejîmê pêk aniye.

Toreya Dera24 ragihand ku serbazekî gef li şêniyên bajarê Newa xwar û topbarana li ser bajar ji ber niştecihên bajar endamên herêmî yên dikevin nava lihevanînê ku teqîn pêk anîne, tawanbar kir. Şêniyên Newayê jî tawana li dijî xelkê bajarê xwe red kir û siyaseta cezakirina komî red kir.

Girêdayê pêla girtinê ku rejîmê li dijî kombûna eşîrên bedewî yên li parêzgeha Derayê pêk anî, çalakvanên ji El-Lucat destnîşan kir ku hin şêx û rûspiyên herêmê li El-Lucat civiyan da ku li hember bûyerên dawîn bisekinin û tişta ku li dijî eşîrên koçer ji binpêkirin û tawanan tê kirin, şermezar bikin nexasim girtina ser bi wan de ku tê de kuştin û girtin çêbû.

Li Siwêdayê jî şandeyeke Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê serdana bajarê Şehbayê kir û 500 koliyên xwarinê pêşkêşî meclisa bajar kirin ku li malbatên hewcedar belav bike. Piştî ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê gihaştin meclisa bajar a li bajarê El-Mezera yê li rojavayê Siwêdayê da ku alîkariyê belav bike, hin şêniyên herêmî rastî wan hatin û got em xêran ji dagirkeran naxwazin.”

‘KOMÎSERIYA HILBIJARTINAN A IRAQÊ ENCAMÊN DAWÎN RAGIHANDIN’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê roja sêşemê encamên dawîn ên hilbjiartinan eşkere kirin. Ev jî piştî ku jimartina bi destan bi dawî bû, hate kirin û guhertineke biçûk di encaman de çêbû.

Serokê komseriyê dadger Celîl Ednan di civîneke çapemenî de got: "Guhertin li 5 parêzgehan de hate kirin; Bexda, Babîl, Nînewa, Kerkûk, Basra û Hewlêr."

‘KESÊN JI PÊŞBIRKA SEROKATIYÊ HATINE DÛRXISTIN VEDIGERIN LÎBYAYÊ’

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El-Beyan got: "Daîreya îtiraza hilbijartinan a dadgeha îstinafê li paytexta Lîbyayê serdana yekemîn ku ji aliyê serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe ve hatiye pêşkêşkirin, ragihand. Tê payîn ku roja çarşemê helwesta wê ji her du îtirazên dawîn re were eşkerekirin.

Li gorî çavkaniyan ji El-Beyan re eşkere kir ku hemû itîraz ji bo namzetiya El-Debîbe were betalkirin û derfetê dide wî ku tev li pêşbirka serokatiyê di 24`ê Kanûnê de bibe. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku piraniya îtîrazên berê jî hatine qebûlkirin. Duh jî hate ragihandin ku hin kesên ji aliyê komseriyê ve hatibûn dûrxistin, mîna Fethî Bin Şitwan, Osman Adem El-Besîr û Selama Îbrahîm El-Xûl, vegeriyane.”

(bx)