Di du mehan de li Efrîna dagirkirî zêdetirî sed bûyerên kuştin û revandinê

Li gorî Rêxistina MAfên Mirovan a Efrîn-Sûriye, MÎT`ê û komên çeteyan di mehên Cotmeh û Mijdarê yên borî de 6 sivîl kuştine, 95 revandine û gelek sûcên din pêk anîne.

Di du mehan de li Efrîna dagirkirî zêdetirî sed bûyerên kuştin û revandinê
1 kanûn, 2021   08:15
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Roşîn Hido ji ajansê re diyar dikir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê sûcan li pêş çavên civata navneteweyî pêk tînin.

Roşîn Hido îşaret bi sûcên qetilkirinê kir û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 sivîl li Efrînê qetil kirin, di nav de jinek hebû."

Roşîn Hido got di mehên Cotmeh û Mijdarê de 95 sivîl hatine revandin, ji wan 8 jin in û bi bîr xist ku artêşa Tirk û çeteyên wê di demên dawîn de li Efrînê zêdetirî 3 cihên dîrokî wêran kirine, wekî Nebî Horî û Qîbar.

Her wiha dagirkeriyê 3 hezar darên zeytûnan birîn û êzingên wan li sûkan firotin.

Endama rêxistinê Roşîn Hido destnîşan kir ku hemû avahiyên herêmê û niştecihên resen ji sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê bê par nemane, lê herî zêde li dijî jinan sûc pêk tên.

Roşîn Hido wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker mewsima zeytûnan dizî û dar qut kirin, li ser şêniyan ferz kir ku berhemên zeytûnan bi buhayekî erzan bifiroşin bazirganên girêdayî wê û piştre derbasî Tirkiyê dikin û li sûkên Ewropayê bi buhayekî biha difiroşin."

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Roşîn Hido bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, destwerdanê bikin.

(eh)

ANHA