Herêma Gashana Arbet ket bin kontrola artêşa Etyopyayê

Hikumeta Etyopyayê ragihand ku hêzên artêşê îro herêma Gashana Arbet ku navendeke stratejîk e û 4 bajarên mezin ên herêma Amhara bi hev ve girê dide, xistiye bin kontrola xwe.

Herêma Gashana Arbet ket bin kontrola artêşa Etyopyayê
1 kanûn, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Eyn, berdevkê hikumeta Etyopyayê Legacy Tolo got artêşê û hêzên taybet ên herêma Amharayê, herêma Gashana Arbet bi temamî bi dest xistiye.

Tolo di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku ev herêm wekî navendeke stratejîk e ku rê li ber hêzên Eniya Rizgariya Tîgrayê ji vegera bo herêma xwe qut dike û wê di sêgoşeyeke teng de dorpêç dike.

Tolo her wiha diyar kir ku artêşa Etyopyayê bi serkêşiya serokwezîr Abî Ehmed bi pêş ve diçe û di eniyên cuda de serkeftinan bi dest dixe.

Tolo destnîşan kir ku kontrolkirina van herêman dê rizgarkirina bajarên Waldia, Desi û Kumbelcha hêsantir bike û got: “Artêşê û hêzên taybet zirareke mezin daye Eniya Rizgariya Tîgrayê.”

(dx)