NATO gefên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nîqaş dike

Wezîrên karên derve yên NATO`yê îro ji bo nîqaşkirina sewqiyatên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê, li hev dicivin. Metirsî hene ku Kremlîn ji bo ku bikeve herêmê dest bi operasyonekê bike.

NATO gefên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nîqaş dike
30 mijdar, 2021   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna wezîrên karên derve yên NATO`yê ya li paytexta Lîtvanyayê Rîgayê, li gel aloziya koçberên li ser sînorên Belarûs-Polonyayê tê lidarxistin. Welatên rojavayî Belarûsê bi derxistina wê aloziyê tawanbar dikin.

Her wiha metirsiyên îhtimala operasyona Rûsyayê ji bo têketina hundirê Ukraynayê hene piştî ku hêzên xwe li ser sînor bi cih kirin.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di serdana hêzên NATO`yê yên li Lîtvanyayê de ji AFP`ê re got: “Niyetên Rûsyayê ne zelal in, lê ev cara duyemîn e ku sewqiyateke bi vî rengî ya hêzên Rûsyayê pêk tê.”

Stoltenberg wiha dewam kir: “Em sewqiyatên mezin, balafirên keşfê, sîstema şerê elektronîk û bi deh hezaran leşkeran dibînin.”

Moskov dibêje ew plana destpêkirina êrişê nake û NATO’yê bi alozkirina rewşê tawanbar dike.

Dîplomatên NATO`yê jî dibêjin ku ew hîna ji niyetên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ne piştrast in, lê belê wezîrên karen derve dê planên awarte ji bo îhtimala destpêkirina operasyona Rûsyayê, nîqaş bikin.

Rayedar texmîn dikin ku di dan û standinan de mijara destekdayîneke zêdetir bo artêşa Ukraynayê û îhtimala xurtkirina hêzên NATO`yê, were nîqaşkirin.

Her wiha destnîşan dikin ku Ukrayna ku niyet dike tev li NATO`yê bibe û dê wezîrê wê yê karên derve beşdarî civîna 2 rojan bibe lê nakeve nava peymana parastinê ya giştî ya NATO`yê.

Rayedarekî amerîkî yê payebilind jî got: “Em dixwazin piştrast bikin ku eger Rûsya di vê rêyê de meşiya ku em jê ditirsin, dê encamên bitehlûke li pêşiya wê bin.”

(cx)