Rojnameyên erebî: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî zextên welatên rojavayî yên li ser Şamê, rewşa Lubnanê û rewşa avê li Iraqê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê
Rojnameyên erebî: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê
Rojnameyên erebî: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê
Rojnameyên erebî: Zextên welatên rojavayî li ser Şamê
30 mijdar, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ZEXTÊN WELATÊN ROJAVAYÎ LI SER ŞAMÊ YÊN JI BER DOSYA KÎMYEWÎ Û SÛCÊN ŞER’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Roja duşemê di civîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya li Laheyê de ji ber tawanbariyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, zextên nû li Rûsya û Sûriyê hatin ferzkirin. Gerînendeyê giştî yê rêxistinê Fernando Arias got Şamê heta niha têkildarî çekên xwe yên kîmyewî tu daxuyanî nedane û rê neda lêkolîneran ku li herêmên wê karê xwe bikin.

Sûriye, bikaranîna çekên kîmyewî red dike û diyar dike ku wan çekên kîmyewî yên li cem xwe li gorî peymana ku sala 2013`an tevî DYA û Rûsyayê hatiye îmzekirin, radest kirine ku ew peyman piştî êrişa ku hat texmînkirin tê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn û di encamê de hezar û 400 kes li Xûta Şamê hatine kuştin, pêk hatibû.

Fernando Arias di civînê de got: “Sûriyê heta niha tu tedbîr pêk neanîne.”

Li gorî Arias, Şamê heta niha rê nedaye lêkolînerên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku li herêmên Sûriyê lêkolînê bikin. Arias diyar kir ku ji bo nîqaşkirina binpêkirinan amadekariyên pêkanîna civînekê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re tên kirin.

Di heman demê de, Rûsya jî tê tawanbarkirin ku têkildarî jehrîkirina Aleksey Navalny di sala 2020`an de tu bersiv nedaye ku welatên rojavayî Kremlîn ji wê yekê berpirsiyar nîşan dabû.

Washington û London di dosyaya çekên kîmyewî de zextê li Moskov û Şamê dikin.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat her wiha behsa dosyaya sûcên şer ên li Sûriyê kir û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê ji bo nîqaşkirina sûcên şer li Sûriyê, civîneke taybet li dar xist.

Civîna roja sêşemê bi sponseriya Estonya, Fransa, Brîtanya û DYA`yê pêk hat, her wiha Kanada, Almanya, Gurcistan, Liechtenstein, Hollanda, Swêd û Tirkiye beşdar bûn.

Di civînê de hate piştrastkirin ku rejîma Esed berpirsê ji sedî 90 ji sûcên di 10 salên borî de li Sûriyê pêk hatine, ku di sedsala 21`an de sûcên herî hov in û wiha hate gotin: “Ya baş ew e ku hin kesên zirar dîtina îro li Almanya û welatên din ên Ewropayê hewl didin sûcdaran bidarizînin."

‘LI LUBNANÊ JI BER REWŞA XIRAB ROJA HÊRSÊ’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Xwepêşandêrên ku tekerên erebeyan şewitandin ji ber têkçûna aboriyê li welat, rêyên hin herêmên Lubnanê girtin. Ev jî piştî çend rojan ji binketina lîreyê Lubnanê pêk hat."

Xwepêşandêran rêya navenda Beyrûtê, ya Terablusê û bajarê Seyde yê başûrê welat, girtin.

Li bakurê Lubnanê jî xwepêşandêran rêya El-Bedawî û rêyên şaxî bi temamî girtin. Her wiha rêyên ber bi Qada Nûr a bajarê Terablusê bi erebe, teker û keviran girt.

Li Beyrûtê jî hin rê û navendên werzîşê bi tekerên şewitandî hatin girtin.

Zêdetirî 2 salan e ku li Lubnanê aloziyeke aborî ya giran heye. Ew jî ji aliyê Banka Cîhanê ve wek yek ji 3 aloziyên aborî yên herî xirab li cîhanê hatiye binavkirin û bûye sedema bilindbûna rêjeya xizanî û bêkariyê.”

‘ÎRANÊ AV BI TEMAMÎ JI SER IRAQÊ QUT KIR’

Girêdayî rewşa Iraqê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Berpirsekî iraqî ragihand ku Îranê ava çemê Diyala bi temamî qut kiriye. Ji ber wê jî gola bendava Hemrîn a parêzgeha Diyalayê ber bi zuhabûnê ve diçe.

Şêwirmendê Wezareta Çavkaniyên Avê li Iraqê Ewin Ziyab Abdullah ji rojnameya El-Sebah a hikumetê re wiha got: "Îranê bi temamî av ji ser Iraqê qut kir. Vê yekê jî yekser bandor li herêmên girîng ên li parêzgeha Diyala, Bedirk, Cisan, Hor El-Huriye û Şet El-Ereb kir.

Ewin Ziyab got: "Kirinên Tehranê li dijî pîvanên navneteweyî û peymana sala 1975`an in."

(cx-bx)