​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 2 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîl ji navçeya Cindirêsê û Şera yên Efrîna dagirkirî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 2 welatî hatin revandin
29 mijdar, 2021   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê got, çeteyên “polîsa Leşkerî” muxtarê taxa El-Sînaa ku bi navê bavê Seydo tê naskirin, revand.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi ser mala bavê Seydo de girt û ew bir navenda ewlehiyê ya girêdayî wan a li navçeyê bêyî ku sedema revandina wî bên naskirin.

Têkildarî mijarê çeteyên “polîsa sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji şêniyên gundê Dêr Sewan ê girêdayî navçeya Şera revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Li gorî heman çavkaniyan navê welatiyê hatiye revandin Şêxmûs Xelîl e.

(bx)

ANHA