Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" bi dawî bû

Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" bi şanoya "Pîne" ya koma ji Şehbayê bi dawî bû.

Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" bi dawî bû
26 mijdar, 2021   16:06
KOBANÊ

Di roja dawî ya Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" de koma şano ya ji kantona Şehbayê şanoya xwe ya bi navê "Pîne" li ser dika şano ya navenda Çand û Hunerê ya Bqaî Xido ya Kobanê pêkêş kir.

/ar/uploads/files/2021/11/26/153652_bmsrhyh-rqa-tkhttm-alarwdh-almsrhyh-bmhrjan-aaryn-jdael-alslam-281029.webp

Mijara şano li ser keysbazî, reva ji welat, noqbûna di nava deryayan de, zilma mêr a li ser jinan û lîstina desthilatdaran bi çarenûsa gel e.

Di dawiyê de beşdaran şano nirxandin.

Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" 7 rojan dewam kir, komên şano yên ji Kobanê, Reqa, Tebqa, Minbic, Hele û Şehbayê berhemên xwe pêşkêş bikin.

Sibe wê xelatên mîhrîcanê ji aliyê Desteya Çandê werin belavkirin.

ANHA