Li Sirînê salvegera 43`iyan a damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin

Şêniyên navçeya Sirînê li başûrê kantona Kobanê salvegera 43`iyan a damezirandina PKK`ê pîroz kir.

Li Sirînê salvegera 43`iyan a damezirandina PKK`ê hat pîrozkirin
24 mijdar, 2021   14:30
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê bi boneya salvegera 43`iyan a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li dar xist. Bi sedan şênî û endamên saziyên navçeyê tev lê bûn.

/ar/uploads/files/2021/11/24/140014_ismaayl-qadryh.webp

Di şahiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê navçeya Sirînê Îsmaîl Qadriye axivî û ev roj li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Qadriye wiha domand: “Mîna ku rêber Abdullah Ocalan gotî; me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan ser bikevin, sekna me li vir bi xwe serkeftinek e.”

Îsmaîl Qadriye diyar kir ku PKK`ê bi çend hevalan destpê kir lê niha bi milyonan tev lê bûn, li ser şopa şehîdan in û got: “Em banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.”

/ar/uploads/files/2021/11/24/140036_aml-mstfa.webp

Her wiha endama Kongreya Star a navçeya Sirînê Emel Mistefa axivî û got: “Em vê boneyê li rêber neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ew xwediyê fikrê azad û projeya rizgarkirina jinan e. Em ji gerîla re dibêjin, çiqas em behsa berxwedan û lehengiya wan bikin, kêm e. Divê em berxwedêrên jin ên di qadên şer li çiyayên Qendîlê de ne ji ber nekir. Em bi rêzdarî şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

Di dawiya şahiyê de ciwanan li ber stranên gelêrî govend gerand.

(şx)

ANHA