Hêzên hikumetê eniyên şer li gundewarê Helebê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 50 topan eniyên şer yên li gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin, di encamê de çeteyekî “Tehrîr El-Şam” hat kuştin.

Hêzên hikumetê eniyên şer li gundewarê Helebê topbaran kir
24 mijdar, 2021   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî gundên Kefer Teal û Tedîl ên gundewarên rojavayê Helebê de çeteyekî “Tehrîr El-Şam” hatiye kuştin .

Vê sibehê hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyek dagirkeriya Tirk a li gundê Mecdeliya yê li ser rêya Heleb-Lazîqiyê (M4) topbaran kir.  Agahiyên derbarê kuştî û birîndaran de nehatin bidestixstin.

(dm)