SOHR: Di bombebarana Îsraîlê ya li Humsê de 5 kes hatin kuştin

SOHR'ê diyar kir ku di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî herêmên rojavayê Humsê de 5 kes hatine kuştin.

SOHR: Di bombebarana Îsraîlê ya li Humsê de 5 kes hatin kuştin
24 mijdar, 2021   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî Humsê de 5 kes hatine kuştin ku 2 kes çekdarên komên alîgirên Hizbullahê ne û 3 jî leşkerên hikumeta Şamê ne.

Li gorî SOHR'ê, hejmara kuştiyan dibe ku zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Îsraîlê duh piştî nîvê şevê, ji Lubnanê moşek avêtin rojavayê Humsê ku li herêmê baregeh û navendên komên alîgirên Hizbullaha Lubnanê hene.

(dm)