Beşeke din a koçberan ji kampa Holê derket

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser a derxistina malbatên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, 19 malbatên din ji kampê derketin.

Beşeke din a koçberan ji kampa Holê derket
24 mijdar, 2021   13:49
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîzekirina rêwîtiyên vegerê ji bo malbatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin vegerin herêmên xwe, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de îro beşa 20`an a koçberan ji kampê derket ku ji 19 malbatan (65 kes) pêk tê. Ew koçber ji gund, bajarok û navçeyên kantona Hesekê ne.

Nûçegihanê me li gorî hêzên ewlehiyê yên kampa Holê ragihand ku piştî tedbîrên ewlehiyê bi dawî bûn û belgeyên koçberan, nasname û cihên mayîna wan hatin piştrastkirin, rêveberiya kampê rêwîtî bi rêxistin kir.

Organîzekirina rêwîtiyên vegerê li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 10`ê Cotmeha 2020`an pêk tê ku di civîna 5`ê Cotmehê de hatibû dayîn.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji xeternaktirîn kampên li cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

(cx)

ANHA