Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Tirbespiyê û Kobanê bi boneya 25`ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin û tundiya li dijî jinan a li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hate şermezarkirin.

Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Kobanê û Tirbespiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
24 mijdar, 2021   13:27
QAMIŞLO

Kongreya Star bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li navçeya Tirbespiyê 2 semînerên cuda ji mêran re li dar xistin.

Semîner li hola Meclisa Malbatên Şehîdan û Hola Şehîd Cahîde Ronak a navçeyê li dar ketin. Ji rêveberên Kongreya Star Xaliya Eyûb semînera yekemîn day. Di semînerê de îşaret bi tundiya li dijî jinan hate kirin û hate diyarkirin ku ew wek tundiya li dijî tevahiya civakê ye.

Xaliya behsa dîroka ragihandina 25`ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kir û got: "Ji bo wefadariya ji her sê çalakvanan (Xwişkên Mirabal) re ku bûn berdêla edaletê û li hember zilm, zîhniyeta desthilatdar û koletiya ku li dijî wan dihat kirin, sekinînin. Divê civak û jin girîngiya wê di avakirina civak û rêveberiya wê de nas bikin."

Xaliya Eyûb îşaret bi destkeftiyên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got ev yek bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e ku şerê hemû cureyên desthilatê kir û rê li pêşiya beşdarbûna jinan di hemû qadên jiyanê de vekir.

Xaliya Eyûb piştrast kir ku dewleta Tirk jinên ol û neteweyên cuda dike hedef û armanca wê ji vê yekê şikandina îradeya civakê ye lê divê civak rola jinan û girîngiya wan di civakê de nas bike da ku parastina destkeftiyên şoreşê bike û ber bi civakeke demokratîk ve biçe.

Têkildarî mijarê Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisê Helîma El-Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa navçeyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Şengalê li dijî jinan pêk anîn, hewldana helandina çanda kurdî, ferzkirina ol û çandên din e û ev yek wekî sûcê li dijî her sê Xwişkên Mirabal e.

KOBANÊ

Li Kobanê jî Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li qada Zanîngeha Kobanê şanoyek pêşkêş kir. Şano di nava rêzeçalakiyên Yekitiya Jinên Ciwan ên bi boneya 25’ê Mijdarê de hate pêşandan. Di şanoyê de rastiya jinan û tundiya ku ji aliyê mêran li dijî wan tê kirin, hate nîşandan.

Her wiha sînevîzyoneke têkildarî jiyana Xwişkên Mirabal hate pêşandan.

(bx)

ANHA