​​​​​​​MLKP'ê banga mezinkirina raperîna li dijî faşîzmê kir

Rêxistina Jinan a Komunîst a MLKP'ê bi gotina, "Têkoşîna li dijî serweriya mêr divê tevî têkoşîna li dijî faşîzmê bê meşandin" ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.

​​​​​​​MLKP'ê banga mezinkirina raperîna li dijî faşîzmê kir
23 mijdar, 2021   14:15
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinan a Komunîst a Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin li her deverê li ber serweriya mêr, sîstema kapîtalîst a heteroseksîst serî hildidin, îsyanê dikin, li ber xwe dikin, şer dikin. "

Di daxuyaniyê de ji bo mezinkirina raperîna li dijî faşîzmê û xurtkirina rêxistiniyê bang hate kirin û hate gotin, "Têkoşîna li dijî serweriya mêr û heteroseksîzmê, bi têkoşîna li dijî faşîzmê bê meşandin.

Ji 24'ê Nîsanê û vir ve li dijî êrişên zayendîperest, dagirker, mêtinger ên li çiyayên Başûrê Kurdistanê gerîlayên şoreşa yekbûyî destana lehengiyê dinivîsînin. Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengê herî tund û hişk dewam dike. Ev şerê me di heman demê de ji bo xwişkên me ye yên li Serêkaniyê, Efrînê, Girê Spî destdirêjî li wan tê kirin. Em vî şerî li dijî êrişên zayendîperestiya mêtinger û asîmîlasyonê yên li Bakurê Kurdistanê bilind dikin."