​​​​​​​Sonya Îbrahîm: Divê PDK girêdana xwe bi dewleta Tirk re qut bike

Endama Meclisa Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya herêma Firatê Sonya Îbrahîm bang li PDK’ê kir ku ji şaştiyên xwe yên dîrokî vegere, rêya xwe rast bike û tevkariya bi dewleta Tirk re qut bike.

​​​​​​​Sonya Îbrahîm: Divê PDK girêdana xwe bi dewleta Tirk re qut bike
22 mijdar, 2021   08:55
 KOBANÊ- MEYSA EKARΠ

Gelek heremên Kurdistanê rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker tên.  Bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê yên girêdayî Başûrê Kurdistanê.

 Hêzên gerîla bi berxwedaniya xwe hêzên dagirker neçar kirin ku ji gelek herêman vekişê.

Têkildarî mijarê, Endama Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya Herêma Firatê Sonya Îbrahîm wiha got: "Dewleta Turk êrişên xwe li dijî heremên Kurdan bi armanca qirkirina gelê Kurd li her derê berdewam dike û di demên dawîn de dewleta Tirk bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan zêde kiriye."

Sonya Îbrahîm wiha domand: "Bikaranîna çekên kîmyewê qedexe ye. Lê dewleta Tirk ligel bêdengiya navneteweyî wan çekan bi kar tîne. Ev jî asta destekdayîna wan ji êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan re nîşan dide."

li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê artêşa Tirk a dagirker 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî gerîlayan bi kar aniye.

Her wiha Sonya Îbrahîm bi navê partiyê bang kir ku rê li sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bigirin û ev tişt got: " Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina Kurdan li her derê ye."

Derbarê xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re Sonya Îbrahîm ev tişt anî ziman: "Divê PDK`ê hevkariya xwe bi dagirkeran re rawestîne û li kêleka birayên xwe yên Kurd bisekine û li şûna xiyanetê, xizmeta doza kurdî bike."

Her wiha Sonya bang li PDK’ê kir ji bo xizmeta berjewandiyên gelê Kurd tev bigere, ne li gorî berjewandiyên partiyatî û kesayetî tev bigere, şaştiyên xwe yên dîrokî sererast bike.

 Di dawiyê de Sonya Îbrahîm bang li tevahî partiyên siyasî kir ku ku destekê bidin berxwedana gerîla û li hemberî dagirkeriya Tirk û êrişên wê li kêleka gelê Kurd bisekinin, da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

(la)

ANHA